3 wekîlên BDP’e ji bo derbazî HDP’ê bibin îstîfa kirin

3 wekîlên BDP’e ji bo derbazî HDP’ê bibin îstîfa kirin

Parlementerên BDP’ê Sirri Sureyya Onder, Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu ji bo derbazî HDP’ê bibin îstîfa kirin.

Beriya kongreya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) parlementerên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Sebahat Tuncel, parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu ji bo derbazî HDP’ê bibin îstîfa kirin.

1’mîn Kongreya Awarte ya HDP’ê dê dawiya vê hefteyê li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali ya li Enqereyê pêkbê. Di kongreyê de dê bi li hevhatina koordînasyona hevpar ya HDK û HDP’ê namzetên Meclisa Partiyê û Hevserok bêne aşkera kirin û pêşkêşî kongreyê bikin.