3 şoreşger li ser gora xwe hatin bibîranîn

Ji pêşengên tevgera ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan di salvegera 47’an a darvekirina xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan ên 6’ê Gulana 1972’an destê sibehê li Girtîgeha Ûlûcanlar a Enqerê hatin darvekirin li ser gorên xwe yên li Goristana Karşiyakayê hatin bibîranîn.

Li gel tevlîbûna rêxistinên ciwanan, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi hezaran kes di bîranînê de cihê xwe girtin.

Di bîranînê de dirûşmên ‘Yûsûf, Huseyîn, Deniz, didomin wê têkoşîna me didome’, ‘Emparyaslîst, hevkar Fîloya 6’ê ji bîr nekin’ û ‘Ciwan wê bên, siberoj sosyalîzm e’ qîrkirin. Welatiyan li ser gorên şoreşgeran qûrnefîl danîn.

Li navçeya Îskenderûn a Hatayê jî Partiya Kedê (EMEP) 3 şoreşger bibîr anîn. Gelek kes tevlî bîranîna li avahiya partiyê hate kirin bûn.