3 sal derbas bûn lê hînê bê mal in!

3 sal derbas bûn lê hînê bê mal in!

Li ser erdheja ku Wan serûbin kir 3 sal derbas bûn. Lê hînê gelek malbat li konteyniran an jî li konên ku li qiraxên malên xwe yên hilweşiyayî vedane dimînin. Erdhejzedeyên ku daxwazên wan ên xanî ji aliyê walîtiyê ve bi cih nehatiye anîn, tenê xaniyeke di hundirê wê de bimirin dixwazin.

Welatiyên di erdheja Wanê ya 23'ê Cotmehê û 9’ê Mijdara 2011’an xaniyê wan hilweşiya, tevî ku 3 sal di ser re derbas bûne jî hînê li konan û konteyniran dijîn. Malbatên ku li taxa Akkopru ya li ser rêya Qelqeliyê û taxa Seyrantepeyê li konteyniran dimînin, ev 3 sal in jiyana xwe li vir didomînin. Li malên prefabrîk ên 1+1 de malbatên ji 4-5 kesan pêk tê, yên hejmara wan zêde ne jî li 2 konteyniran dimînin. Hê jî zêdeyî 800 kes li van deran dimînin.

Welatiyê bi navê Faruk Çîçek ê li konteyniran dimîne der barê zehmetiyên welatiyên li konteyniran pê re rû bi rû ne de agahî da. Çîçek diyar kir ku wan ji bo xanî serî li TOKÎ dane lê derneketiye, yên derketine jî ji ber ku dûrî bajar e ji ber pirsgirêka çûn û hatinê nekarin biçin wan deran. Çîçek bilêv kir ku yên ji konteyniran veqetiyane derketine kirê yên derfetên wan tinebûye jî li vir jiyana xwe didomînin.

Ji welatiyên li kon yek jî malbata Şan e û ev 3 sal in li kon dijîn. Malbata ku ji 8 kesan pêk tê piştî ku mala wan a li gundê Kurubaşê hilweşiya li hewşa mala xwe kon veda û li wir dijî. Welatiyê bi navê Tayîp Şan (43) diyar kir ku ew li ÎŞKUR’ê xebitiye û ji kar hatiye avêtin û ji ber nexweş e nikare bixebite û anî ziman ku wî serî li Walîtiyê û AFAD’ê daye lê saziyan alîkarî nedane wan. Şan bilêv kir ku di erdhejê de psîkolojiya zarokên wan xera bûye û tenê daxwaza wan malek e.

Welatiya bi navê Nafiye Zîrek jî yek ji mexdûrên erdhejê ye. Zîrek li konteynirê dijî. Zîrek bi gotina “Eger derfetên min heba ez ê derketema kirê” rewşa xwe vedibê. Zîrek da zanîn ku piştî erdhejê serî li walîtiyê daye lê mal nedane wê û wiha axivî: “Ez nexweş im. Walî mal da hemû kesan, tenê neda min.”

Welatiya bi navê Zahîde Sancak jî diyar kir ku beriya erdhejê di kirê de rûdinişt û piştî erdhejê serî li walîtiyê daye lê alîkarî nedana wê. Sancak bi pereyê teqawîtbûnê debara xwe dike anî ziman ku ji ber di konteynirê şaredariyê de dimîne kes komirê nade wan û ev tişt anî ziman: “Bila tenê maleke bidin û ez di nav de bimirim. Wekî din tiştekî naxwazim.”

Welatiyê bi navê Zana Çakir ê ji ev 3 sal in di konteynirê de dijî. Di erdhejê de mala wî hilweşiyaye lê ji ber ku tapoya mala wî tinebûye TOKÎ xanî neda wî. Çakir a ku 2 zarokên wê hene destnîşan kir ku hevserê wê nikare bixebite ji ber defetên wan nîn e nikarin derkevin kirê jî, zivistanê av dikeve hundirê konteynirê û dixwazin dewlet xanî bide wan.