3 milyon dar wê bên tunekirin

3 milyon dar wê bên tunekirin

Wezîrê Daristanên Tirkiyê ragihand ku bi tenê di du projeyên li Stenbolê de wê nêzî 3 milyon dar bên birîn.

Wezîrê Daristan û Hawirdorê yê Tirkiyê Veysel Eroglu li ser bersivdana pirsnameya CHP’ê şandî parlementê wiha got: “bi armanca çêkirina 3 piran 381 hezar û 96 dar wê bên birîn. Ji bo çêkirina balafirgeha 3’mîn jî 2 milyon 330 hezar û 12 dar wê bên birîn. Ji bo projeya kanalê ya Stenbolê wezaretê destûr ne daye.”

Eroglu diyar kir ku di 10 salên dawiyê de 3 milyon 691 hezar hektar erazî daristan lê hatine çêkirin û dar lê hatine çandin. Bi giştî 2.8 milyar darên şîn hatine çandin. Di sala 2002’an de 20.8 milyon hektar mezinahiya daristanê ber bi dawiya sala 2012’an ve gehiştiye 21.7 milyon hektarê.

Eroglu diyar kir ku di salên 2000-2013’an de ji ber nexweşî û felaketên weke berfê yên xwezayî 4 hezar û 217 hektar eraziyê daristanan zerer dîtiye. Di salên di 2003-2013’an de jî 24 hezar û 70 şewatên daristanan zerer daye 100 hezar û 743 hektar eraziyê daristanan. Di heman demê de 28 hezar û 584 hektar daristan ji bo derxistina maden destor hatiye dayîn.