3 KESK’î li Antakyayê hatin girtin

3 KESK’î li Antakyayê hatin girtin

Li Antakyayê Serokên Şaxa Egîtîm Sen û SES’ê her wiha di nav de dixtorek jî heyî ku 19’ê Sibatê hatibûn binçavkirin û berdan, li ser îtîraza dozgeriyê hatin girtin.

Operasyona ku li 28 bajaran li dijî KESK’ê pêkhat û di vê çarçoveyê de 3 kedarên hatibûn berdan, li ser îtîraza dozgeriyê hatin girtin.

19’ê Sibatê li gelek navendan li dijî KESK’ê û sendîkayên girêdayî wê operasyon pêkhatibû û ji zêdetirî 160 kedkarên hatibûn binçavkirin 56 hatibûn girtin. Serokê Şaxa SES’ê ya Hatayê Dr. Ahmet Aras, Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hatayê Ayhan Erkan û Dr. Merîh Şanli jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.

Li ser îtîraza dozgerê komarê yê lêpirsîn birêve dibir, Erkal û Aras li Antakyayê û Dr. Şanli jî li Îskenderûnê di demjimêrên serê sibehê de li cihê kar hate binçavkirin. 3 kesên sewqî Edliyeya Edeneyê kirin, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Bi vî awayî di çarçoveya operasyonên li dijî KESK’ê hêjmara girtiyan giha 59’an, hêjmara giştî endamên KESK’ê jî giha 118’an.