3 kesên êrîşî malbata Kurd kirin, hatin destgîrkirin

Sê faşîstên nîjatperest ên êrîş birin ser malbata Kurd a ji Hewlêrê çûbûn Mêrsînê, hatin destgîrkirin.

Mûştaq Mahmûd Kerîm û malbata xwe ya ji bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe hat Mêrsînê, dun di saetên nîvro de, li nêzî Gozsuzce Sirtlan a navçeya Bozyaziyê 3 kesên nîjadperest êrîş bire ser wan.

Kerîm û ferdên malbata xwe di êrîşê de birîndar bûn. Li ser agahî dayînê, ambûlansên hatin cihê bûyer birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Anomûrê. Kerîm ê ji serê xwe bi giranî birîndar bû, rewşa wî başe.

3 kesên nîjadperest M.F.O., M.B.S. û S.O yên êrîşî malbatê kiribûn hatin destgîrkirin.

Nîjadperestan, di îfadeyên xwe yên dan polîsan de, gotin ku ji ber qezaya trafîqê şer derketiye û bi vî awayî xwe parastin.

Li bendêye ku êrîşkar sewqî edliyê bên kirin.