3 girtiyên nexweş li ber mirinê ne
3 girtiyên bi nexweşiyên giran ên li Girtîgeha Tîpa R ya Menemenê tên girtin, ji ber ku li hucreyên şexsekî hatine bicihkirin, rewşa wan a tenduristiyê roj bi roj giran dibe.
3 girtiyên bi nexweşiyên giran ên li Girtîgeha Tîpa R ya Menemenê tên girtin, ji ber ku li hucreyên şexsekî hatine bicihkirin, rewşa wan a tenduristiyê roj bi roj giran dibe.
Yûsûf Bûlût, ku ji ber nexweşiyê ketiye nava dest û piyan, Ahmet Hamî, ku ji binê piştê ve felç bûye û Ergîn Aktaş ê her du destên wî nîne, li Nexweşxaneya Tîpa R ya Menemenê di nava lepên mirinê de hatin hiştin. Girtiyên nexweş tevî ku nikarin bi tena serê xwe bijîn, li hucreyên bê hewa û nepaqij tên girtin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û bi ti awayî nikarin têkiliyê bi mirovan re deynin. Her wiha pirtûk û rojname jî li wan hatine qedexekirin.
'GIRTIYÊ KU HER DU DESTÊN WÎ NÎNE, NIKARE BI TENA SERÊ BIJÎ'
Girtiyê siyasî Ergîn Aktaş, ku nexweşê KOAH e û her du destên wî nîne, tevî ku Saziya Tipa Edlî 3 caran rapora 'nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne' daye jî, ev saleke li Girtîgeha Girtî ya Tîpa R ya Menemen a Îzmîrê di odeyeke şexsekî de tê girtin.
Aktaş di nava 6 salên girtî de, li 8 girtîgehan hat gerandin. Rehên milê wî zirav dibe û di mîdeya wî de ulser heye. Ji ber ku nikare bi tena serê xwe bijî, hevalên wî dixwazin bi wî re bimînin, lê rêveberiya girtîgehê destûrê nade.
Ji ber ku hucreya ew lê tê girtin bê hewa ye, jiyana wî di xeteriyê de ye. Nexweşê KOAH'ê Ergîn Aktaş, ji ber ku destên wî nîne nikare xwe bişo. Rêveberiya girtîgehê rojnameyan nade wî û pirtûkên wî jî desteser kiriye. Mafê wî ye ku saetekê derkeve hewşê, lê belê rêveberiya girtîgehê ev maf jî ji destê wî girtiye.
'FELÇ E Û DIVÊ BI LEZGÎNÎ WERE DERMANKIRIN'
Girtiyekî din ê nexweş ê li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ye û divê were dermankirin, Ahmet Hamî yê 19 salî ye, ku ji binê piştê ve felç e. Pêwîstiya Hamî bi lezgînî bi tedawiya fîzîkê heye. Lê belê ji ber ku di nava şert û mercên girtîgehê de dijî û nayê dermankirin, masûlkên wî dihelin. Di heman demê de nahêlin bi rêya telefonê bi malbata xwe re baxive. Pêwîstiya Hamî bi wê heye ku bi lezgînî sewqî nexweşxaneyê bê kirin.
'NIKARE JI ERDÊ RABE, LÊ NAYÊ DERMANKIRIN'
Yûsûf Bûlût ê 68 salî jî, piştî ku hat emeliyatkirin, ji dest û piyan ket. Berî du mehan anîn Girtîgeha Tîpa R a Menemenê û niha nikare ji erdê rabe. Bûlût, ku malbata wî li Edeneyê dijî, ji ber ku bi zehmetî daxive, nikare bi kesî re bide û bistîne. Nikare xwe bişo û bi tena serê xwe nikare bimîne. Lewma pêwîstiya wî bi dermankirinê heye, ku divê derhal sewqî nexweşxaneyekê bê kirin.
'PÊWÎSTE BI LEZGÎNÎ WERIN DERMANKIRIN'
Berdevka Însiyatîfa Piştgiriya Zîndaniyên li Îzmîrê Selma Altan da xuyakirin, ku girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê di nava lepên mirinê de hatine hiştin û anî ziman, girtî hem nayên dermankirin, hem jî mafên wan tên binpêkirin. Selma Altan got, "Ev girtî nikarin bi tena serê xwe bijîn. Ji ber ku kesek li cem wan nîne nikarin bi hêsanî xwarinê bixin, nikarin xwe bişon, kincan li xwe bikin. Pêwîste derhal bên dermankirin û bên berdan."