27 sal berê hate revandin, carekê din agahî jê nehate stendin
Komeleya Mafê Mirovan diyar kir ku Alî Efeoglû yê ku 27 sal berê hatibû revandin, careke din agahî jê nehatiye stendin.
Komeleya Mafê Mirovan diyar kir ku Alî Efeoglû yê ku 27 sal berê hatibû revandin, careke din agahî jê nehatiye stendin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Îzmîrê li ser medyaya dîjîtal daxuyanî da û diyar kir ku Alî Efeoglû yê ku di 5’ê Çileya 1994’an de li ser rêya Îznîk û Stenbolê hatibû revandin, careke din agahî jê nehate stendin.
Rêvebera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Îzmîrê Denîz Bayrak diyar kir ku Efeoglû berê jî hatibû destgîrkirin, piştî êşkenceyeke giran serbest hatibû berdan. Bayrak got ku “Piştî ku hate berdan di 5’ê Çileya 1994’an de li ser rêya Îznîk û Stenbolê hate revandin û careke din agahî jê nehatiye stendin. Parêzerên Efeoglû di 27’ê Çileya 1994’an de serî li dozgeriyê dane lê dozgeriyê ji wan re gotiye belkî çûye ba birayê xwe.”
Bayrak diyar kir ku ew ê di hemû şertan de dengê xwe bilind bikin û kesên hatine windakirin jî bigerin.