27'ê Mijdarê li Frankfûrtê hate pîrozkirin

Çala 40'î ya PKK'ê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi şevekê hate pîrozkirin.

Pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK'ê dewam dikin. Bi beşdariya gelek Kurdistaniyan li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê şevek hate lidarxistin.

Siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî li şevê axivî û destnîşan kir ku PKK'ê bi 6 kesan dest pê kir û xwe gihand milyonan. Agirî bal kişand ser êrîşên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê kir.

Bi navê Ciwanên Azad jî Rodî Serhat peyivî û got, sala çilî wê bibe sala azadiya Ocalan.

Piştî axaftinan, sînevîzyon li ser dîroka PKK'ê hate nîşandan.

Di şevê de hunermend Metîn Cizîrî, Berbang, Ozan Aydin Zozan Zûdem, Cîhan Çelîk, Sîpan û Koma wî derketin ser dikê.