25 fezleke pêşkêşî meclîsê hatin kirin

Li dijî 10 parlamenterên HDP'î 20 dosyayên ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê pêşkêşî meclîsê hatin kirin. Têkildarî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz fezlekeyên nû hatin amadekirin.

Derbarê 10 parlamenterên HDP'ê de 20 fezlekeyên nû hatin amadekirin û pêşkêşî meclisê hatin kirin.

Parlamenterên ku derbarê wan de bi daxwaza rakirina mafê destnedana parlamenteriyê fezleke hatine amadekirin wiha ne: Dersim Dag (5), Berdan Ozturk (3), Semra Guzel (3), Omer Ocalan (1), Remziye Tosûn (2), Mahmût Togrûl (1), Feleknas Ûca (1), Ayşe Surucu (1), Nûran Îmîr (1), Mûazzez Orhan (2).
 
Derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz de jî 5 fezleke hatine amadekirin.
 
Hevseroka DBP’ê Aydenîz jî di nav de ji 1'ê Cotmehê roja ku meclîs vebûye heta niha 61 fezleke derbarê parlamenterên HDP'ê de hatine amadekirin û pêşkêşî meclisê hatine kirin.