22. Pêşbirka Huseyîn Çelebî li Frankfurtê ye

22. Pêşbirka Huseyîn Çelebî li Frankfurtê ye

Encamên 22. Pêşbirka Huseyîn Çelebî wê di 25'ê Cotmehê de di merasîma xelatdayînê de bi raya giştî re bên parvekirin. Pêşbirka îsal diyarî cangoriyên ji Kobanê heta Şengalê di têkoşîna li dijî hêzên paşverû jiyana xwe ji dest dane, tê kirin.

Encamên 'Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî" ku ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve ji sala 1993'an û vir ve her sal tê lidarxistin û îsal a 22'an pêk tê, diyar bûn. Encam wê di 25'ê Cotmehê de li bajarê Elmanya Frankfurtê bi merasîmekê werin aşkerakirin.

BERHEMÊN BI KURDÎ, TIRKÎ, ELMANÎ Û ARAMÎ HATIN QEBÛLKIRIN

Di pêşbika îsal de, li gel berhemên bi Kurdî (Zaravayên; Kurmancî, Kirmanckî û Soranî), berhemên bi Tirkî, Elmanî û Aramî jî hatin qebûlkirin. 265 kes bi 385 berhemên xwe tevlî pêşbirkê bûn. Mîna salên bihurî îsal jî piraniya berheman ji girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin. Di berheman de bi giranî mijarên Şoreşa Rojava, Komkujiya Şengalê, Berxwedana Kobanê û Têkoşîna Azadiyê ya Kurd derketin pêş.

Merasîma aşkerakirina encamên pêşkbirkê ku wê di 25'ê Cotmehê de li Frankfurtê bê lidarxistin, têra xwe berfireh û dewlemend e. Saet di 14'an de wê Hozan Şemdîn bi sernavê "Li Kurdistanê Çanda Dengbêjiyê" pêşkêşiyekê bike. Di semînerên din ên beriya bernameyê de jî wê mijarên Şoreşa Rojava, girîngiya vê şoreşê li Rojhilata Navîn û çavdêriyên delegasyonên ciwanan ên çûne Kurdistanê bên vegotin.

DIYARÎ CANGORIYÊN KOBANÊ Û ŞENGALÊ HAT KIRIN

YXK a ku ji sala 1993'an û vir ve vê pêşbirkê organîze dike da xuyakirin ku çalakiya îsal diyarî cangoriyên di têkoşîna li Kobanê, Şengal û tevahiya Kurdistanê li dijî hêzên paşverû jiyana xwe ji dest dane, hatiye kirin.

Di daxuyaniya YXK'ê de, ji Kobanê heta Şengalê hemû şoreşgerên di têkoşîna li dijî paşverûtiyê de jiyana xwe jid est dan hatin bîranîn û hat gotin, "Em bang li tevahiya gelê xwe, dostên xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku beşdarî çalakiya me ya 22. bibin, ku em ê di kesayetiya heval Huseyîn Çelebî de hemû şehîdên şoreşê yên Kurdistan û Cîhanê bibîr bînin."

BERNAMEYA PÊŞBIRKÊ

22. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî, wê di 25'ê Cotmehê de li bajarê Elmanya Frankfurt am Main, li navnîşana SAALBAU Sossenheim  Siegener str. 22  65936 Frankfurt am Main bê lidarxistin. Bernameya pêşbirkê bi vî rengî ye:

Bernameya pêşiyê: 14:00-16:30

- Kevneşopî û Dîroka Dengbêjiyê
- Şoreşa Rojava û Xweseriya Demokratîk

Bernameya Êvarê: 17:00-23:00

- Axaftvan
- Merasîma Xelatdayînê û Nîşandana Sînevîzyonê
- Koma Şano Ax û Zeman
- Mehmet Atli
- Tara Jaff
- Hozan Şemdîn
- Dengê Xwezayê
- Koroya Zarokan a Darmstadtê
- Xwendina Helbestan

HUSEYÎN ÇELEBÎ KÎ YE?

Huseyîn Çelebî ku Serokê Rûmetî yê YXK'ê ye, di sala 1967'an de li bajarê Hamburgê ji malbateke Depê hat dunyayê. Çelebî di sala 1986'an de dest bi zanîngehê kir û di sala 1988'an de ji ber xebatên xwe yên ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê meşandî hat girtin. Du salan li Elmanyayê di girtîgehê de ma. Çelebî xebatên agahdarkirina civaka Elman û afirandina raya giştî meşand û di destpêka salên 1990'î de tevlî têkoşîna gerîla ya li Kurdistanê bû. Di sala 1992'an de li herêma Heftanînê, di şerekî de jiyana xwe ji dest da.