2013: Darbest, sedye, ranza

2013: Darbest, sedye, ranza

Sala 2013 di warê mafên mirovan de li gorî salên bihurî xwedî tabloyeke erênî nebû. Tundiya polîsan, binçavkirin, girtin, polîtîkaya li girtîgehan bûn serkêşê binpêkirinên îsal ên mafên mirovan. Polîsan îsal bi dehan mirov qetil kirin. Qetilkirina 7 kesan jî weke 'kuştinên kiryar nediyar' hatin qeydkirin. Hejmara kesên li îşkenceyê rast hatin, dema bi tenê serlêdanên di vî warî de werin hesabkirin, 338 e. Ji kesên xwestin mafê xwe yê kombûn û xwepêşandanê bikar bînin 6447 kes hatin binçavkirin, ji van 217 kes hatin girtin. Bersiva dewletê ji azadiya rêxistinbûyînê jî binçavkirina 1280 kesan û girtina 445 kesan bû. Îşkence û sirgûna li girtîgehan îsal jî dewam kir.

BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ

Mînaka yekemîn a di sala 2013'an de polîsan rê li ber mirina wî vekir Şahîn Oner bû. Oner di 11'ê Sibatê de di dema xwepêşandanên protestoyî yên li navçeya Amed Yenîşehîrê de ji ber lêdana maşîna zirxî ya polîsan jiyana xwe ji dest da. 

Gelek kes bi hinceta li gorî hişyariya "raweste" tevnegeriyane, bûn hedefa polîsan. Di vê mijarê de para guhetina Qanûna Selahiyet û Wezîfeya Polîsan a di sala 2007'an de, zêde ye. Ji bo qetilkirina Mûhammed Oyke (21) yê ji Qersê hinceta "li hişyariya 'raweste' guhdarî nekiriye" hat nîşandan. Oyke di 16'ê Nîsanê de dema ji Gebzeyê bi wesayîtê diçû Stenbolê bi fîşeka polîsan jiyana xwe ji dest da.

Polîsan erka zêde ya jê re hat naskirin, ne tenê di bûyerên siyasî-civakî de, di dijminahiya şexsî de jî bikar anî. Li Ayvalik a Balikesîrê Tûgrûl Cîmlî di 14'ê Gulanê de ji aliyê polîs Huseyîn Akdag ê li heman apartmanê dijiya, hat qetilkirin.

Îrfan Tûna di 5'ê Hezîranê de li Kizilayê rastî çalakiya kedkarên gelemperiyê yên derketin grevê, hat. Di çalakiyê de ji ber êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û TOMA'yan, Tûna xwe li dersxaneyekê girt. Tûna yê ku rastî êrîşeke tund a bombeyên gazê û ava şid hat, dema dibirin nexweşxaneyê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Li Tekîrdagê Alî Çelebî di 4'ê Tebaxê de li mala xwe nesax ket û derket derve. Bi nêrîna ku wê zerarê bide derdorê rojek piştre ew birin Nexweşxaneya Psîkolojîk a li Bakirkoyê. Sedema wê nehat zanîn, lê belê Çelebî benê destê wî pê ve girêdayî bû vekir û ji ambûlansê reviya. Çelebî yê li mala xwişka xwe ya mezin hat dîtin, dema li dijî destwerdana polîsan a bi kelepçeyî derket, bi lêdana polîsan hat qetilkirin.

Sînan Saltikalp ê 17 salî jî, di roja ku dewleta Tirk weke 'cejna zarokan' qebûl dike de di 23'ê Nîsanê de li navçeya Şirnex Cizîrê di bin wesayîta polîsan de ma û piştî 4 mehan di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de hat ragirtin, jiyana xwe ji dest da.

Medenî Yildirim 18 salî bû. Di nava girseya gel a li navçeya Amed Licê li dijî çêkirina avahiyên nû ji bo qereqola Hêzanê de cih digirt. Di encama gulereşandina polîsên taybet de, Yildirim jiyana xwe ji dest da.

Navekî din ku bi hinceta li hişyariya 'raweste' guhdarî nekiriye hat qetilkirin Îsmaîl Dere ye. Di 20'ê Îlonê de, di bûyera li navçeya Osman Gazî ya Bûrsayê de ekîbên polîsan ji wesayîta xwe gule reşandin û Dere qetil kirin. Polîsê bi navê O.B. yê ji kuştinê berpirsyar, ji aliyê dadgehê ve hat berdan.

Polîsekî din ku ji ber dijminahiya şexsî çek bikar anî, Selîm Meral bû. Polîs Selîm Meral ê li Muduriyeta Şaxê Tevgera Taybet a Muduriyeta Emniyetê ya Wanê wezîfedar, hevjîna xwe Zelîha Meral û dayika hevjîna xwe Ayten Sonmez qetil kir.

Veysel Albayrak jî di 5'ê Cotmehê de dema bi wesayîta xwe ji Kocaelî diçû Stenbolê, bi hinceta li hişyariya 'raweste' guhdarî nekiriye, di encama gulereşandinê de hat qetilkirin.

Li taxa Keklîkpinar a Colemêrgê, di 27'ê Cotmehê de Ayşe Kanat di bin wesayîteke polîsê sivîl a bi lez diajot de ma. Kanat li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê, jiyana xwe ji dest da.

Polîsên ku rê û rêbazên trafîkê nas nakin, jineke bi navê Ayşe Ûgûr qetil kirin. Bûyer di 3'ê Mijdarê de li Karamanê rû da. Di bûyerê de polîs M.O. bi wesayîta xwe y fermî li Ayşe Ûgûr a 70 salî da. Ûgûr li Nexweşxaneya Dewletê ya Karamanê jiyana xwe ji dest da.

Di dawiya salê de polîsan li Geverê komkujî kirin. Di 6'ê Kanûnê de di dema xwepêşandana şermezarkirina xerakirina gorên gerîlayên HPG'ê de Veysel Îşbîlîr û Mehmet Reşît Îşbîlîr di encama gulereşandina polîsên taybet ên Tirk de jiyana xwe ji dest dan. Her du welatî jî kedkarên li sanayiyê dixebitîn bûn û ji aliyê dewlet û medya navendî ya Tirk ve weke 'PKK'yî' hatin nîşandan û hewl hat dayîn qetilkirina wan rewa bê nîşandan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî der heqê vê komkujiyê de bi rêya heyeta BDP-HDP'ê nerazîbûn nîşan dabû û weke berpirsyar 'dewleta paralel' destnîşan kiribû.

Bêmal Tokçû jî beşdarî merasîma cenaze ya Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr bû. Lê belê di vegera ji merasîmê de rastî êrîşa polîsan hat û fîşeka polîsan li serê Tokçû ket. Tokçû yê 25 salî, piştî ku demekê li Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hat ragirtin, jiyana xwe ji dest da.

Di berxwedana 'Gezî' ya bi meha Hezîranê re destpê kir de, polîsan bi fermana hikûmetê tundiyek bêsînor nîşan dan û di encamê de 5 ciwanan jiyana xwe ji dest dan: Alî Îsmaîl Korkmaz, Ahmet Atakan, Ethem Sarisuluk, Mehmet Ayvalitaş, Abdûllah Comert...

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Navendên Dokumantasyonê yên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di navbera 1'ê Çile-30 Mijdara 2013'an de ji ber gulereşandina polîsan a bi hincet "li hişyariya 'raweste' guhdarî nekiriye" 25 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di encama destwerdana polîsan a li xwepêşandan û civînan de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane. ÎHD û TÎHV'ê ragihand ku 7 kes jî di encama bûyerên kuştinên kiryar ne diyar de jiyana xwe ji dest dane.

Di sala 2013'an de ji ber pevçûnan 34 kesan jiyana xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn. Di encama teqîna mayinan de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha polîtîkayên şaş ên hikûmetê yên der heqê Sûriyeyê de bûn sedem ku şer bandora xwe li Tirkiyeyê bike. Ji ber vê yekê di encama teqîna bombeyan, fîşekên ji qada şer pengizîn, gulereşandina derveyî sînor de 71 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Wezareta Parastina Milî di navbera 1'ê Çile û 30'ê Cotmeha 2013'an de li leşkeriya ji neçarî hat îdîakirin ku 52 kesan xwe kuştine yan jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane.

TUNDIYA POLÎSAN

Yên ku xwestin azadiya ramanê bikar bînin, di sala 2013'an de jî rastî tundiya polîsan hatin. Bi taybetî tundiya polîsan a li Tirkiyeyê di dema berxwedan Gezî de ket rojeva cîhanê.

Li gorî daneyên Yekitiya Tabîbên Tirk di encama tundiya polîsan de li Stenbolê 4755 kes birîndar bûn û serî li saziyên tenduristiyê dan. Ji van çavê 6 kesan rijiya. Li Enqereyê jî hejmara birîndarên serî li nexweşxaneyan dan 1549 e. Li Enqereyê jî çavê 4 kesan rijiya. Li Îsmîrê 800, li Antakyayê 201, li Edenê 162 kesan serî li nexweşxaneyan dan. Li Eskîşehîrê 304, li Mûglayê 50, li Mersînê 17, li Bûrsayê 2, li Balikesîrê 155, li Kocaeliyê 10, li Rîzeyê 8 kes birîndar bûn, li Antalyayê ji 50 birîndaran kesekî çavê xwe winda kir.

TÎHV'ê ragihand ku di 11 mehên destpêkê yên 2013'an de bi îdîaya pêkanînê xerab û îşkenceyê bi giştî 884 kesan serlêdan kirine. Hat destnîşankirin ji ku serlêdêran 477 kesan îşkence û pêkanînên xerab dîtine.

Di 10 mehên destpêkê yên sala 2013'an de jî 338 kesan ji ber îşkenceyê serî li ÎHD'ê dan.

RÊXISTINA EFÛYÊ: POLÎSAN ÊRÎŞÎ XWEPÊŞANDANÊN AŞTIYANE KIRIN, DI BINÊ ÇAVAN DE DESTDIRÊJÎ KIRIN

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi sernavê "Çalakiyên Parka Gezî: Li Tirkiyeyê mafê azadiya kombûnê bi bikaranîna tundiyê tê astengkirin" raporek weşand û ev agahî da

"Di çalakiyên Parka Gezî de rayedaran bi awayekî kêfî mafê kombûnê yê aştiyane gelek caran binpê kirin. 

Polîsan bê sînor, ava şid, gaza îsotê û gaza çavan dişewitîne ji bo belavkirina xwepêşandanên aştiyane bika anîn.

Bi hezaran kes birîndar bûn. Yek jê polîs 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û delîlên bi hêz hene ku nîşan didin 3 ji van di encama tundiya polîsan de jiyana xwe ji dest dane.

Di dema çalakiyan de rojnamevan, doktor û parêzerên li ser wezîfeya xwe bûn, rastî tundiya polîsan hatin.

Piraniya jinên hatin binçavkirin ragihandin ku di binê çavan de ew rastî sixê, heqaretên zayendî, tundiya zayendî û destdirêjiya zayendî hatine.

Ji niha ve diyare ku beşeke mezin a binpêkirina mafan ji aliyê polîsan ve, wê bê ceza bimînin."

Li gorî rapora ÎHD'ê ya Binpêkirina Mafên Mirovan a 9 mehên destpêkê yên sala 2013'an li Bakurê Kurdistanê, polîsan 92 caran dest li bûyerên civakî werdan û di van destwerdanan de 86 kes rastî lêdanê hatin. Di raporê de hat ragihandin ku di encama xemsarî û şaşitiya fermî 4 kes birîndar bûn û 321 kes jî rastî îşkence û pêkanînên xerab hatin.

MÎNAKA DAWÎ JI NAVBEROJAN

Tundiya polîsan di hefteya dawî ya îsal de li gundê Navberojan ê navçeya Colemêrg Şemzînanê xwe da der. Leşkeran di 30'ê Kanûnê de avêtin ser gundê ku lê çalakiya rêgirtinê ya li dijî çêkiirina waregehên leşkerî tê kirin û di encanê de 1 jê giran 10 kes birîndar bûn. Muhyettîn Kaya yê bi xedarî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê, dûre sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hat kirin.

GIRTÎGEH

Li girtîgehên Tirkiyeyê bi salan e binpêkirina mafan tê jiyîn. Li girtîgehan di rewşa heyî de 141 hezar û 161 kes hene. Ev hejmar dema AKP hat ser desthilatdariyê 59 hezar û 429 bû. Di dema heft sal û nîvan de hejmara girtiyan 2,5 qat zêde bû. Hejmara zarokên girtî jî 1878 e.

Di 11 mehên destpêkê yên sala 2013'an de yek jê bebekeke 51 rojî ya li gel dayika xwe ya li girtîgehê dima 26 girtî ji ber sedemên xwekuştin, îşkence, pêkanînên xerab, qeza, xemsarî, nexweşî, pevçûnên navbera girtiyan de jiyana xwe ji dest dan. 

Li gorî daneyên ÎHD'ê di neh mehên destpêkê yên 2013'an de di serî de 544 kes rastî îşkence û pêkanînên xerab hatin.

Li gorî daneyên Çile-Mijdarê hejmara kesên ji ber sedemên cuda li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane, 25 e. 

Li gorî daxuyaniya Komîsyona girtîgehan a ÎHD’ê ya 3-4’ê cotmehê, 163 girtiyên giran 544 girtiyên nexweş hatine tespîtkirin. Li gorî daneyên wezareta Dadê di 2013’an de 14 kes ku li bende raporê bûne jiyana xwe ji dest dane.  Ji 10 kesan yek yên serî li raporê bersiva erênî girt û ji bo serlêdana raporê 460 kesî serlêdan kir û 417 kesî bersiva red girt.

Dîsa li gorî daneyên wezareta dadê; di 2010’an de 252, di 2011’an de 268, 2012’an de 260 girtî di girtîgehan de mirine. 

Sala 2013’an di alî pêkanîna polîtîkaya surgunkirin girtiyên siyasî de derket pêş.  ÎHD’ê tespît kir ku ji girtîgehên Çewlîk, Muş, Êlih, Mêrdîn, Sêrt û Amedê 345 girtî surgunê girtîgeha Tekîrdag, Sîlîvriyê hatine kirin.

Her wiha der barê astengdarên li girtîgehan de jî tu tiştek nehati kirin û mexduriyeta girtiyên LGBT didome. Li gorî daneyên wezareta dadê 79 LGBT’î di girtîgehên Tirkiyeyê de ne. Girtiyên LGBT di dema têketin agirtîgehê de divê nasnameya xwe aşkera bikin. Ji bo vê jî divê ji saziya tenduristiyê raporê bigire û li nexweşxaneyên dewletê muayene bibin.

WEZÎR ERGÎN LIXWE MIKUR HATIBÛ

Sadullah Ergîn ku heta hefteya borî jî peywira xwe meşand di Îstîşareya Bilind ya TUSÎAD’ê de pirsên rojnamegeran bersivand û li ser bibîrxistina îdiayên şîdetê yên li girtîgehê got: “Ez nekarim bêjim pirsgirêk, binpêkirinên mafan tune. Dem bi dem li girtîgehan tiştên wisa dibin.” Ligel vê der barê tu binpêkirina mafên mirovan de tiştek nehat kirin.

JI AZADIYA XWEPÊŞENDANÊ BERSIV: 6447 BINÇAVKIRIN,217 GIRTIN

Îsal bîlançoya girtin û binçavkirinan bi berxwdana Geziyê re zêde bû. Di koordîneya serdozgeriya komarê de li hemberî rêxistin û partiyên çep-sosyalîst li Stenbol, Enqere, Edene, Îzmîr, Meletî, Bursa, Hatay, Erzîcanê operasyon hatin meşandin. Di encama mudaxaleya xwepêşedanan de 6447 kes hatin binçavkirin, 217 kes jî hatin girtin.  Ji kesên hatibûn binçavkirin 4070, yên girtî jî 182 çalakerên geziyê bûn. Der barê 59 kesan de jî biryara kontrola edlî hat dayîn.

Her çiqas di sala 2008’an de 301’emîn Xala TCK’ê bê guhertin jî di mevzuata hiqûqê ya heyî de  hêj 13 xalên din hene. Li gorî van xalan di 2013’an de di 11 mehên destpêkê de  ji 21 kesên hatine binçavkirin 8 kes hatine girtin, der barê 115 kesan de 200 sal 6 meh û 17 roj ceza hatiye dayîn. Der barê 50 kesî de jî 145 hezar û 374 lîra cezayê pere hatiye birîn. Dîsa der barê van xalan de darizandina 329 kesan dirêj ajot û ev daliqî sala 2014’an.

Di rapora binpêkirinan a ÎHD’ê ya Bakurê Kurdistanê de jî jî hat gotin ku di 9 mehên destpêkê yên 2013’an de hemjara binçavkirinan 900 û yên girtiyan jî 213 ye. Di heman raporê de hat gotin  512 kes rastî lêpirsîn, doz û cezayan hatiye.

RÊXISTINBÛNA AZADIYÊ: 1280 HEZAR BINÇAVKIRIN 445 GIRTIN

Di 2013’an de azadiya rêxistibûnê hat pelçiqandin. 389 jê li hemberî siyaseta kurd bi giştî 1280  kes hatin binçvkirin ji van 445 hatin girtin. Beşeke wan ya mezin ji dozên KCK’ê li 1288 kesî bi giştî 2502 sal 11 meh û 15 roj ceza hat birîn.
Parlamenterên kurd Gulser Yildirim, Îbrahîm Aslan, Faysal Sariyildiz, Selma Irmak, Kemal Aktaş û Hadît Dîcle girtî man. 47 rêveberên KESK’ê; serokê giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem Selçuk Kozagaçli û 8 rêveberên din yên parêzer û endam hêj girtîne.

DI MEHA QANÛNÊ DE GIRTIN Û BINÇAVKIRIN

Hinek bûyerên girtin û binçavkirinê ku ketin van raporan hatin jiyîn.
 Li navçeya Pilur a Dêrsîmê bi îdiaya ku endamê rêxistinê ne di 6’ê Kanûnê de bi ser malan de hat girtin û ji 7 kesî 5 kes hatin girtin. Mehmet Yildiz, Zeynel Ekîcî, Alî Oz, Ebru Oz û Îbrahîm Aslan di 9 Kanûnê de hatin girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê.

Xwendekarên  Zanîngeha Eren ya Bedlîsê Serhat Yildiz û Şavaş Aydin hatin binçavkirin û di 7 kanûnê de hatin girtin û şandin girtîgeha Tîpa F ya Wanê. Her wiha heman rojê li Colemêrgê, Îdrîs Abî, Îdrîs Turgut û Omer Kaya hatin girtin û birin girtîgeha Wanê.
Di 28’ê Kanûnê de bi ser xwendekarên Kafkas a Qersê û Yurda Hasan Harakanî ya Qersê de hat girtin û 11 kes hatin binçavkirin. Di 30’ê Kanûnê de jî ji xwendekaran 6 heb îdiaya endamê rêxistinê ne hatin girtin. 

Li Qersê ku înfaza li Geverê dihat protesto kirin, 35 xwendekar ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û 11 heb hatibûn girtin. Navê wan: "Emrah Ataç, Adil Bozkurt, Osman Ertaç, Mazlum Ozen, Îbrahîm Kaya, Îbrahîm Dursunoglu, Abdullah Turfent, Huseyin Nergîz, Bahtiyar Bariş Yurtseven, Emrah Îşler, Unal Yildiz."

Di 22’ê Kanûnê de li Şirnexê bi îdiaya ku endamên YDG-H’ê de 18 zarok hatin binçavkirin. Hinek serbest hatin berdan û hine jî sewqî dadgehê kirin. 3 zarok hatin girtin. 

Dîsa li navçeya Cizir a Şirnexê di 28’ê Kanûnê de 8 kes hatin binçavkirin û 4 jê hatin girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.

Li Cizîrê di 13’ê Kanûnê de di operasyona ku pêk hat de 5 hatin binçavkirin 3 kese hatin girtin.

Di navbera 1-30’ê mijdarê de herî kêm 261 kes hatin binçavkirin û 87 jê hatin girtin.

DI RAPORA PÊŞVEÇÛYÎNÊ DE REXNE

Midûriyeta giştî ya Berfirehkirinê ya Komîsyona Ewropayê diyar ki ku Tirkiye di pêvajoya Yekitiya Ewaropayê de di rapora pêşveçûnê ya  sala dawî de, li ser parêzvanên mafê mirovan  zext û zordarî berdewam kiriye û got: “Ji bo pêşî li binpêkirinên hêzên ewlehiyê bê girtin û îşkence û pêkanînên xerab yên polîsan bê lêpirsînkirin û ronîkirina bi hezaran înfazên bê daraz yên salên 90’ê bê ronî kirin hewldanên mezin bên dayîn. Kanûna Cezaya Tirk der barê endamtiya rêxistina çekan de xala 314’emîn jî tê de di mevzuatê de guherînê bike û der barê pêkanînê de jî  mekanîzmayeke şopandinê tesîs bikin. Her wiha hate gotin ku zextên li ser çapemeniyê jî hêj didomin.