200 ciwanên din yên ji Reqayê, beşdarê Pêngava Xezeba Firatê bûn
200 ciwanên ji Reqayê, piştî qedandina dewreya perwerdeyê beşdarî Pêngava Xezeba Firatê bûn.
200 ciwanên ji Reqayê, piştî qedandina dewreya perwerdeyê beşdarî Pêngava Xezeba Firatê bûn.
Akademiya Leşkerî ya Şehîd Ezîz, Dewreya Perwerdê ya Şehîd Çekdar a ku 200 ciwanên Reqayî têde perwerde didîtin bidawî kir. Dewre bi merasîmekî ve bidawî bû. Di merasîmê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, fermandarên QSD‘ê û YPG‘ê amade bûn.
Şervanan merasîmekî leşkerî lidar xistin. Piştî merasîmê yek ji fermandarên QSD’ê Eşref Rojava axivî û qedandina perwerdê li şervanan pîroz kir û rola şervanên QSD’ê ya di rizgarkirina herêmên Sûryeyê ji çeteyan anî ziman.
Di marasîmê de li ser navê rûspiyên Ereban Şêx Hemed Şihade,axivî û got: “Em xwediyê vî welatî ne divê em, wê rizgar bikin û biparêzin”
Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Îsa El-Hindawî jî axivî û berxwedana şervanê QSD’ê silav kir.
Merasîm bi aktîvîte û govenda şervanan ve bi dawî bû.