2 siyasetmedar hatin destgîrkirin
Siyasetmedarê Kurd Mahmût Alinak bi sûcê ‘Heqareta li Serokkomar’, hevserokê HDP’ê yê navçeya Tûrgûtlûyê Hayrî Boku bi hinceta li çalakiyekê axiviye hatin destgîrkirin.
Siyasetmedarê Kurd Mahmût Alinak bi sûcê ‘Heqareta li Serokkomar’, hevserokê HDP’ê yê navçeya Tûrgûtlûyê Hayrî Boku bi hinceta li çalakiyekê axiviye hatin destgîrkirin.
Siyasetmerdarê Kurd ê parlementerê berê yê DEP’ê Mahmût Alinka bi sûcê ‘Heqareta li serokkomar’ hate destgîrkirin. Alinak ê ji aliyê polîsên ku li Qersê avêtin ser mala wî, destgîrkirin, birin Midûryeta Emniyetê.
Polîsan avêtin ser mala Hevşaredarê Tûrgûtlû ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hayrî Bokû. Boku yê ne li mala xwe bûn, piştre ji aliyê polîsan ve piştre hate destgîrkirin. Hate ragihandin ji ber axaftina ‘Kobanê’ ya Boku ya di çalakiyek li gundê Çapakli ya Salîhlî ya 30’ê Îlonê kiribû, hatiye destgîrkirin.
Polîsan Boku yê destgîr kir, bire Qereqola Jendermeyan a Salîhlî.