2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Selahattîn Demîrtaş hat birîn

Li Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi hinceta axaftinên wî yên bere 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

ÊRÎŞA QIRKIRINA SIYASÎ

Danişîna doza der barê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş de ku bi hinceta axaftinên wî yên di navbera salên 2015-2016’an de kiriye hat lidarxistin.

Danişîn li Dadgeha Mêrsînê hat lidarxistin. Demîrtaş bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Her wiha parêzerên wî jî di danişînê de amade bûn. Ji 4 sûcên cuda der barê Demîrtaş de ceza dihat xwestin. Piştî parastina Demîrtaş û parêzerên wî dadgehê biryara xwe da. Dadgehê bi hinceta axaftinên wî yên berê bi giştî 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Demîrtaş birî.