2 gundiyên Roboskiyê ji ber axaftina bi telefonê hatin girtin

2 gundiyên Roboskiyê ji ber axaftina bi telefonê hatin girtin

Li gundê Roboskî û Kirohê yên Qilebanê leşkeran serê sibê 3 welatî binçavkirin û 2 jê li dadgehê hatin girtin. Welatiyek jî dê sibê sewqî dadgehê bê kirin.

Leşkeran serê sibê hemwext li gundê Roboskî û Kirohê yê Qilebana Şirnexê bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de 3 welatî binçavkirin. Leşkeran li gundê Roboskiyê Kerem Encu û Cevher Urun li gundê Kirohê jî Behlul Agman binçav kir.

Leşkeran 3 welatî birin Fermandariya Cendirmeyan a Qilebanê. Ji 3 kesan Cevher Urun û Behlul Agman li Dadgehê bi îdiaya di telefonê de axaftinên sûc kirine hatin girtin. Kerem Encu ku li Fermandariya Cendirmeyan a Qilebanê tê rawestandin jî li bendê ye ku sibê sewqî dadgehê bikin.

Li Roboskiyê di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer bombe barandibûn û 19 jê zarok 34 welatî hatibûn qetilkirin. Piştî malbatan reaksiyonekî dijwar nîşanê vê yekê dan û ji ber vê jî heya niha gelek welatî hatin girtin.