19’mîn Kongreya YXK’ê destpê kir
19’mîn Kongreya YXK’ê destpê kir
19’mîn Kongreya YXK’ê destpê kir
19’mîn Kongreya Yeketiya Xwendekarên Kurdistanê ya Federasyona Almanyayê li Zanîngeha Bochumê destpê kir. Endamê Lijneya Rêveber ya YXK’ê Arno Mach axaftina vekirina kongreyê kir û balkişande ser pêşketinên cidî ên li Kurdistan û Rojhilata Navîn çêdibin. Mach got: “Em xwendekarên Kurd jî neçarin bersivekê bidin pêşketinên çêdibin. Pêwîste em li Ewropayê xwe rêxistin bikin, xebatên lobî bikin û vê tekoşînê bigehînin rayagiştî ya navnetewî.
Yeketiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ku li gelek zanîngehên Almanyayê xwe birêxistin kiriye, ji bo 19’mîn kongreya xwe li darbixe, li bajarê Bochum yê Almanyayê kombûn. Kongreya ku îro destpêkir û sibe berdewam bike, ji gelek zanîngehên welat 63 delege tevlî kongreyê bûn.
Di kongreya ku dê ji bo dema nû rêveberî bê hilbijartin de, dê şeklê rêxistinbûnê, pêşketinên li Kurdistan û Rojhilata Navîn çêdibin bêne nîqaşkirin. Di kongreyê de mijarên pêvajoya “Çareseriya Demokratî” ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin û pêşketinên li Rojava bêne nirxandin, kampanya “Kurdî fêr bibe û bide fêrkirin”, kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Ocalan hatiye destpê kirin û pirsgirêka Kurd bigehînin rayagiştî ya navnetewî bêne dest girtin û nîqaşkirin.
Li salonê li gel posterên Ocalan û Huseyîn Çelebî, pankartên weke “Bila şerê li Kurdistanê bidawî bibe” û “Parastina çanda me parastina hebûna me ye” hatin daliqandin. Di kongreya ku nûnerên gelek komên xwendekaran tevlîbûn de, îro di demjimêr 11:00’an li Zanîngeha Bochumê destpê kir.
‘EM NEÇARIN JI PÊŞKETINAN RE BIBIN BERSIV’
Endamê Lijneya Rêveberiya YXK’ê Arno March ku axaftina vekirina kongreyê kir, balkişande ser girîngiya damezirênerê YXK’ê Huseyîn Çelebî. Mach anî ziman ku, tevgera Çelebî beriya çend salan da destpê kirin, di roja me de xwe li gelek zanîngehan rêxistin kiriye û 19’mîn kongreya xwe lidardixe.
Mach behsa pêşketinên siyasî ên li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê çêdibin kir û li beramberî vê behsa rolê tevgera xwendekarên ciwan kir û ev tişt anîn ziman: “Li Rojhilata Navîn pêşketinên cidî çêdibin. Paralelî vî, Kurdistan û Tirkiye di pêvajoyekî hesas re derbaz dibin. Tekoşîna netewî ya Kurd kete pêvajoyekî nû û ber bi azadiyê ve pêngavan di avêje. Projeya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, pêngavek şêmber ya vê ye. Bêgûman ev projeyekî ji demboriyê qut nîne. Pêvajoya du salan, tekoşîn anî vê xalê. Pêngava ku gerîlayan di sala 2012’an de destpê kir, dîsan serhildanên demokratîk yên gel û berxwedana zindanan, hikumeta AKP’ê neçar kir ku pêngavan bi avêje û dest bi hevdîtina li gel Ocalan kirine. Ev hemû qezencên Tekoşîna Azadiya Kurd e. Vê qezencê li qada navnetewî jî dengek mezin veda. Gelek welatên cîhanê behsa kesayeta aştiyane ya Abdullah Ocalan kirine û piştgirî dane pêvajoyê. Ev bi serê xwe qezenceke. Pêwîste herkes vê baş bizane. Di serî de jî em xwendekar.”
Arno March destnîşan kir ku, ev pêşketinên ku çêdibin, ruhê tekoşînê yê hevpar li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê bihêz dike û got: “Mînaka vê ya şênber jî ruhê tekoşînê ê li berxwedana Gezî derketîbû. Vê tekoşîna gelan ya li Tirkiye û Kurdistanê xistiye demeke nû. Pêwîste herkes vê fêm bike û li gorî vê divê em di nava tekoşînê de cihê xwe bigirin.”
March behsa pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê jî kir û ev tişt anîn ziman: “pêşketinên li Rojava çêdibin wisa hêsanî û ji rêzê rizgarbûna perçeyek axê nîne. Eger em wisan nêz bibin em xwe dixapînin. Ev şoreşeke û tekoşîna avakirina sîstemekî nû ye. Kurd li Rojava hewil didin ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn û avakirina sîstemekî alternatîf tekoşîn didin. Em weke xwendekarên Kurd jî pêwîste hem ji bo pêşketinên li bakûr hem jî Rojava bibin bersiv. Lê belê tekoşîna me ya heya roja îro me da, di vê xalê de kêm maye. Pêşketinên çêdibin, peywirên mezin ji me dixwazin. Dema ku em li gelek welatên Ewropa temaşe dikîn, rêxistinbûnekî cidî ya YXK’ê heye. Lê divê em vê bixîn nava tevgerê. Pêwîste em li gel tevgerên xwendekarên demokratîk re di nava tekoşînekî hevpar debîn. Weke din jî kampanya îmzeyan ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji bo azadiya girtiyên siyasî hatiye destpêkirin heye. Pêwîste tevlî çalakiyên van bibin û berfireh bikîn.”
Berdevê Jinan ya YXK’ê Şermîn Guven jî axaftinek kir û balkişande ser tekoşîna jinên ciwan ya di nava YXK’ê de. Guvenê anî ziman ku, pêwîste di nava YXK’ê de xwendekarên jin hîn bêhtir xwedî li tekoşînê derbikevin. Guvenê got, ji bo qatilên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez 9’ê Çileyê li Parîsê qetilkirin derxînin pêşiya dadger û ceza bikin, pêwîste xwendekar hînbêhtir tekoşînê bidin meşandin.
‘PÊWÎSTE XWENDEKAR XWEDÎ LI OCALAN DERBIKEVIN’
Endamê Komîteya Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî Ehmed Çelîk jî di kongreyê de axivî û got, di vê xwendekarên YXK’ê ala azadî, wekhevî û demokrasiyê ya Huseyîn Çelebî hîn pêşdetir bibin û got: “Ev xwedî derketina li fikir û tekoşîna Huseyîn Çelebî ye.”
Çelîk da diyarkirin ku, ji herkesê zêdetir dive xwendekarên Kurd xwedî li Ocalan derbikevin û wiha axivî: “Niha kampanya îmzeyan hatiye destpê kirin. Weke din jî li Strasburgê çalakiya nobetê didome. Ev çalakî, çalakiyên ji bo azadiya Rêberê me ne. Hemû Kurd di nava vê çalakiyê de ne û ji bo azadiya Rêberê me çalakiyan dikin. Pêwîste xwendekarên Kurd jî pêşeng û rêveberên van çalakiyan bikin. Divê kampanya ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin bigihînin rayagiştî ya navnetewî, ji gelê Ewropayê re vebêjin. Tenê em wisan dikarîn tevkariyê bidin tekoşîna azadiya gelê xwe.”
Li aliyê din Ciwanên DÎDÎF, Young Struggle, Rebell, Rêxistina Ciwanên Bask Ernaî, Adiante rêxistina ciwanan ya Gallisyen û rêxistinên ciwanan ên navnetewî tevlî kongreya YXK’ê bûn û peyam dan.
Di peyamên rêxistinên ciwanan dayî de dane diyarkirin ku, ew girîngiyê didin tekoşîna YXK’ê û gotin, pêwîste di qada navnetewî de li dijî emperyalîzmê û neheqiyê tekoşînekî hevpar bidin meşandin.