19 karker di kana komirê de asê man

19 karker di kana komirê de asê man

Agahiyên têkildarî qezaya kana komirê ya li Karamanê pêk hat hêdî hêdî aşkera dibin. Li gorî agahiyên destpêkê, piştî ava di kanê de bi ser galeriyê de hat 19 karker asê man. Ji rayedarên kanê Şahîn Uyar, diyar kir ku di kanê de odeya jiyanê tuneye û dibe ku karker xeniqîbin.

Li nêzî gundê Pamuklu yê navçeya Ermenek a Karamanê di kana komurê ya Has Şekerler Madencilikê de qeza pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê ava di kanê de bi ser galeriyê de hat û 19 karker asê man. Waliyê Karamanê Murat Koca têkildarî bûyerê de agahî dan û wiha got: "Ava di bin axê de kombûyî bi ser galeriyê de hat. Li gorî agahiyên pêşî 25 karker hatin rizgarkirin lê 19 karker asê man. Nêzî qada 50 metreyî di bin avê de maye. Xebatên rizgarkirina karkeran berdewam dikin."

Rayedarê kana madenê Şahîn Uyar jî diyar kir ku xebatên rizgarkirina karkeran berdewam dike û wiha got: "Bûyer derdora seat di 12.15'an de pêk hat. 18 kes di hundir de ne. Qada 350 metre dirêj 50 metre di bin avê de ma. Maske tenê du seatan xwe digirin. Du cihên karker biçin 50 metre li jor hene. Dibe ku fetisîbin. Av ji nişka ve hat." Uyar, îdîa kir ku hinek karkeran gotiye, "Çima ji avê direvin?" Uyar, da zanîn ku tu biryarên têkildarî girtina kanê de tuneye û piştî zagona dawî ya hate derxistin kana nêzî mehekê girtî ma û wiha axivî: "Em bi karkeran re axivîn piştî wan got temam e 15 roj in xebat tên kirin. Berê tu qezeyên ku karker bimirin tune ne."

Uyar, diyar kir ku hemû kontrolên karkeran hatine kirin û li aliyê din jî got ku di kanê de odeya jiyanê tune ye. Uyar, destnîşan kir ku ji ber kargehek biçûk e odeya jiyanê tunebû û wiha axivî: "Odeya jiyanê hebe jî di bûyerek ji nişka ve ya bê kirin tune ye."