18 ESP'yî hatin girtin

18 ESP'yî hatin girtin

Li Stenbolê, ji 25 sosyalîstên di operasyona piştî berxwedana Parqa Gezî de hatin binçavkirin û radestî dadgehê hatin kirin, 18 jê hatin girtin, 7 hatin berdan. Der heqê 7 kesên hatine berdan de "kontrola edlî" wê pêk were.

Navê endam û rêveberên ESP'ê yên hatine girtin weha ye: Alp Altinors, Ali Sonmez Kayar, Ali Karaçay, Ali Haydar Akdeniz, Boran Atici, Emrah Gordaş, Çiçek Otlu, Dinçer Ergun, Erdal Demirhan, Erhan Baybekman, Ersin Topçu, Goncagul Telek, Hasan Tunç, Huseyin Şahin, Mustafa Diren Saygili, Salih Coşar, Sercan Genç ve Umit Yetik. 

Emirhan Kuş, Gokhan Degirmenci, Kurtuluş Sarikaya, Maksut Toprak, Şafak Aykan Şimşek, Tansu Tek, Tolga Karataş jî hatin berdan.

Doh jî ji 33 sosyalîstên sewkî Edliya Stenbolê ya Çaglayanê hatin kirin 8 jê ji aliyê dozgeriyê ve hatibûn berdan û 25 bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê hatibûn kirin.