16 girtiyên fîrarî yên sewqî Sîncanê hatin kirin di bin zextê de ne
16 girtiyên fîrarî yên sewqî Sîncanê hatin kirin di bin zextê de ne
16 girtiyên fîrarî yên sewqî Sîncanê hatin kirin di bin zextê de ne
Der heqê 16 girtiyên piştî fîrara ji Girtîgeha Çewlikê sewqî Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê hatin kirin de, bi hinceta li dijî "lêgerîna zirav" derketine, lêpirsîn hat destpêkirin. Her wiha destûr ji girtiyan re nayê dayîn ku bi girtiyên din re sohbet bikin.
16 girtiyên piştî fîrara li Girtîgeha Çewlikê sewqî Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê hatin kirin, di bin zextê de ne.
Ji TUHAD-FED û BDP'ê du parêzer duh çûn girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin kirin.
Li gorî agahiyên ji parêzeran hatin wergirtin, ji girtiyên beşdarî çalakiya fîrarê bûn 4 jê di 28'ê Îlonê roja Şemiyê û 14 jî di 30'ê Îlonê roja Duşemê de sirgunî Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê hatin kirin.
ÎŞKENCEYA 'LÊGERÎNA BI ZIRAVÎ'
Wezîfedarên girtîgehê di bin navê "lêgerîna bi ziravî" de di ketina girtîgehê de bi awayekî tazîkirî li girtiyan digerin. 2 girtiyên li dijî vê rewşê derketin, rastî êrîşa gardiyanan hatin. Gardiyanan, girtiyên bi navê Şahîn Bîçîmlî û Bîlal Demîrdag bi zorê li erdê dirêjkirin, devên wan girê dan û li wan dan.
Bi sedema ku di dema "lêgerîna bi ziravî" de "dirûşme qîriyane" der heqê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin. Girtiyan ji parêzeran re gotin, "Wê demê devê me hatibû girtin, lewma me nekarî dirûşman biqîrin." Her wiha der heqê hemû girtiyên li girtîgehê, bi heman sedemê lêpirsîn hat destpêkirin.
HEMÛ ALAVÊN WAN LI ÇEWLIKÊ MAN
Hemû alavên girtiyên sirgunî Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê hatin kirin li Girtîgeha Çewlikê man. Li hucreyên wan ti eşya nîne.
MAFEN WAN ÊN SOSYAL HATIN RAKIRIN,
Her wiha mafên sosyal ên "sohbet" bi temamî li girtiyan hat qedexekirin. Destûr ji girtiyên din ên li girtîgehê re jî nehat dayîn ku, Sêşema bihurî mafên xwe yên "sohbet" û "atolye" bikar bînin.