15 nûçegihan hatin destgîrkirin, 8 nûçegihan hatin girtin

Li gorî rapora DFG'ê Adarê 15 nûçegihan hatin destgîrkirin û 8 nûçegihan hatin girtin. DFG'ê her wiha diyar kir serdema vîrûsa koronayê zext zêdetir bûne.

Komeleya Nûçegihanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora meha Adarê ya binpêkirina mafan a derbarê nûçegihanan aşkere kir.

Di raporê de hate gotin ji dawiya Sibatê û destpêka Adarê ve gelek nûçegihan hatine destgîrkirin û girtin, bi bîr xist ku nûçegihanên ku derbarê endamê MÎT'ê yê ku li Libyayê mirî nûçe çêikrin kirine hedef û li ser wan lêpirsînê dest pê kiriye û got xebatkarên Oda TV, rojnameya Yenî Yaşamê û Yenîçagê bi çarçoweya vê dosyayê hatine destgîrkirin û girtin. DFG'ê got, ''Ev nêzîkatî derbeke giran e ku li çapemeniyê û azadiya derbirînê ye.''

DFG'ê guhartina înfaza cezayê bi bîr xist û xwest ku hemû girtiyên siyasî û nûçegihan demildest werin berdan.

Di raporê de DFG'ê aşkere kir di serdema vîrûsa koronayê de zext û zordarî, destgîrkirin, lêpirsîna li ser nûçegihanan didome, gelek nûçegihan û bikarhênerên medyaya sosyal ji bo ku di parvekirinên xwe de gotine li dijî vîrûsa koronayê zêde tevdîr nayên standin hatine destgîrkirin.

BÎLANÇOYA ADARÊ

Di raporê de  her wiha hate bibîrxistin li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 103 nûçegihan girtî ne, Adarê 15 nûçegihan hatine destgîrkirin, 8 hatine girtin, li ser 12 nûçegihanan lêpirsîn hatine vekirin, li ser nûçegihanekî doza hatye vekirn, ceza li 5 caran hatiye birîn, doza 18 nûçegihanan didome, malperek hatiye astengkirin û 1 nûçegihan ji kar hatiye derxistin.