120 jinan xwestin komkujiya Parîs'ê bê ronîkirin

120 jinan xwestin komkujiya Parîs'ê bê ronîkirin

Li Îngilîstanê, 120 jinên ji parlamenter, akademîsyen, aktîvîst û baronesan pêk tên, bi armanca tavilê ronîkirina komkujiya 9'ê Çileyê ya Parîsê, ku tê de 3 jinên siyasetmedar ên Kurd hatin qetilkirin, ji Wezîra Dadê ya Fransayê Christiane Taubira re nameyek vekirî ya morkirî nivîsandin.

Parêzera Mafên Mirovan a Brîtanyayî û Dîrektora Jinebî ya ji bo Aştî û Demokrasiyê (WPD) Margaret Owen û Profesor Mary Davis, ji bo siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên roja 9'ê Çileyê hatin kuştin, doza dadê li Wezîra Dadê ya Fransayê Christiane Taubira kirin û jê re nameyek vekirî nivîsandin.

DI ROJNAMEYA ÎNGILÎZ DE HAT WEŞANDIN

Li gorî nûçeya Sûna Alan a li rojnameya Yeni Ozgur Politika, nameya mijara gotinê ya ji Wezîra Dadê ya Fransayê Christiane Taubira re hatiye nivîsandin, li gelemperiya Îngilîstanê heta niha ji aliyê 120 jinan ve hatiye morkirin û di nava van kesan de gelek parlamenter, akademîsyen, aktîvîst û sendîkayî hene. Kopya nameya li rojnameya Îngilîz Morning Star de hat weşandin, di heman demê de ji parlamenter Theresa May, Yvette Cooper, Barones Warsî, Harriet Harman û Emily Thornberry re hat şandin.
Ji 9'ê Çileyê roja pêkhatina komkujiyê û vir ve, Fransayê di çarçoveya lêpirsînê de heta niha daxuyaneke cidî ne daye. Beramberî daxwaza dadê ya aktîvîst, rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên mafên mirovan û saziyên jinan ên ji gelên cûda, hikûmeta Fransa bêdengiya xwe dewam dike, lewma nerazîbûn zêde dibin. Jinan bi vê nameya xwe re careke din bang li Fransayê kirin ku komkujiyê tavilê ronî bike. 

JINÊN KURD ÊN LI DERVEYÎ WELAT

Hin navên mora xwe danîne binê nameyê ev in: Ji Kamara Lordan Barones Helena Kennedy, Barones Margaret Prosser, Barones Sally Greengross, Barones Joyce Gould, Barones Glenys Kinnock, Barones û nivîskar û weşanger Joan Bakewell, roman nivîs  Gillian Slovo, Endama PE Jean Lambert; Endama PE Jill Evans; Parlamenter Caroline Lucas; Seroka GAPS UK  Leydi Fiona Hodgson, Doktor û Seroka Hevkariya Netewî ya Rêxistinên Jinan (NAWO) Annette Lawson, parêzera mafên mirovan Gareth Pierce. Di nameya mijara gotinê de ev xal hatin destnîşankirin: "Sakîne, Fîdan û Leyla, perçeyek girîng a kevneşopiya azadiya Jinên Kurd a bê bêhnvedan û demdirêj bûn. Tevgera Kurd, hem di warê îdeolojîk, hem jî di warê pratîkî de, demokratîkbûyîna civakê bi rizgariya jinê ve girê dide. Jinên Kurd ên li Kurdistanê û derveyî welêt, ji bo zorê li pergala bavikalaniyê bikin, tevgera berxwedanê ya jinê li her qadê bi pêş bixînin, ji bo naskirina nasname, ziman û çanda Kurd, ji bo dawî li dijwariya eskerî dewletê bînin û ji bo civaka Tirkiyê demokratîk bibin, rêxistinên civakî yên sivîl ava kirin." 

BILA LÊPIRSÎN BI DORFIREHÎ BÊ MEŞANDIN

Di nameyê de tê destnîşankkirin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim, di nêrîna xwe ya "demokrasiya rastî bi wekheviya zayendî û li ser bingeha mafên jinan çê dibe" israr dike. Di nameyê de bal tê kişandin ser nivîsên Ocalan ku tê de girîngiyê dide rizgariya zayendi malbatî û jinê. 
Di dawiya nameyê de weha tê gotin, "Em ji we dixwazin, ku rayedarên we yên ji lêpirsîna komkujiyê berpirsyar in, me qanih bikin ku ew lêpirsînê bi dorfirehî dimeşînin û demek ji ya din zûtir raya giştî agahdar bikin. Her weha divê êdî dawî li krîmînalîzekirina Kurdên li Fransayê bê anîn. Herî dawî em ji xwe dixwazin, ku piştevaniya azadbûna Kurdan û pêşengên vê têkoşîna demdirêj jinên Kurd bikin."