12 sal ceza dan Hevşaredarê Xîzanê

Dadgehê 12 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Xîzane Îhsan Ûgûr birî.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê de, Hevşaredarê Xîzanê Îhsan Ûgûr di 14’ê Kanûna 2016’an de hatibû binçavkirin û 21’ê Adarê de hatibû girtin. 12 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li Ûgûr hate birîn. Doza Ûgûr li 2’emîn  Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê hate kirin û Ûgûr li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî dozê bû.

Heyeta Dadgehê bi hincetên ‘propagandaya rêxistinê’ û ‘endamtiya rêxistinê’ bi giştî 12 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Xîzanê Îhsan Ûgûr birî.