12 jinên Êzidî tevlî refên YBŞ'ê bûn
12 jinên Êzidî tevlî refên YBŞ'ê bûn
12 jinên Êzidî tevlî refên YBŞ'ê bûn
Tevlîbûna li nav refên YBŞ'ê roj bi roj zêde dibe. Beriya hefteyekê jî 12 jinên ciwan ên Êzidî tevlî refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bûn. Jinên Êzidî yên beşdar bûn daxuyaniyek dan çapemeniyê û gotin, "Weke jinên Êzidî em ê di vê berxwedanê de cihê xwe bigirin. Ji bo vê jî di serî hemû jinên Êzidî em bang li her kesî dikin ku tevlî vê berxwedanê bibin."
YBŞ a li dû komkujiya 3'ê Tebaxê ji aliyê gelê Şengalê ve hat avakirin, roj bi roj mezin dibe. beriya hefteyekê jî 12 jinên ciwan ên Êzidî tevlî refên YBŞ'ê bûn û di berxwedana li Şengalê de cihê xwe girtin.
12 jinên ciwan ên Êzidî tevlî refên YBŞ'ê bûn û ji bo Şengalê azad bikin rahiştin çekan, perwerdeya şervanên nû dibînin. Şervanên YBŞ'ê dan xuyakirin ku piştî perwerdeyê ew ê biçin eniya şer û destnîşan kirin ku heta Şengal azad bibe ew ê li dijî çeteyan li ber xwe bidin.
Dilfîn Xidir (Evrîm) diyar kir ku ji bo Şengalê ji destê çeteyan rizgar bike ew tevlî nav Yekîneyên Berxwedana Şengalê bûye û got, "HPG û YBŞ ji me her roj şer dikin û şehîdan didin. Ji ber vê yekê dixwazin di vê berxwedana bi rûmet de cih bigirim." Xidir axaftina xwe wiha dewam kri: "Ji bo xaka xwe, gelê xwe ji destê çeteyan rizgar bikin, em hatin. Hin jinên Êzidî jî dixwazin di vê berxwedanê, di nav refên YBŞ'ê de cih bigirin. Lê belê malbatên wan destûrê nadin. Eger şeref li cem wan mabe, bila destûrê bidin ku zarokên wan tevlî nav refên têkoşînê bibin. Ji ber ku şeref û rûmeta me li ser xaka me, li welatê me ye. Hin jê piştî komkujiyê reviyan û diçin cihên mîna Zaxo, Duhokê û li cihê rûniştiye rewşa Şengalê meraq dikin. Ez ji wan ve re vê dibêjim: Şengal di destê çeteyan de ye. Û em li vir ji bo xaka we û ya hemû Êzidiyan her roj li dijî çeteyan şer dikin. Divê hûn vê rastiyê bibînin û li xaka xwe vegerin. Pêwîste ku xaka xwe ji van çeteyên dijminê mirovahiyê rizgar bikin. Li vê derê ji bo we YBŞ û HPG her roj şer dikin û şehîdan didin. Divê hûn di nava vê berxwedanê de bin, lê hûn dûrî xaka xwe ne."
'EM JI BO AZADIYA GELÊ XWE ŞER DIKIN'
Xidir da zanîn ku eger ew li ser vê xakê jiyana xwe ji dest bide jî ew ê serbilind be û axaftina xwe wiha dewam kir: "Eger li ser vê xakê şehîd bikevim, ev ê ji bo min rûmetek be. Ji ber ku ji bo azadiya gelê xwe şer dikim. Yên li vir şer dikin jî ji bo gelê xwe, ji bo xaka xwe şer dikin. Jinên me yên Êzidî bi vê têgihiştinê radihêjin çekan û wê li dijî dijmin şer bikin. Yên li pêşiya jinên Êzidî dibin asteng, eger dibêjin ka rûmeta me, ez ji wan re dibêjim; rûmeta me di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye. Ji ber ku 5 hezar jinên Êzidî di destê DAIŞ'ê de ne. Em ê jî bi şerê xwe şerfa xwe û jinên Êzidî rizgar bikin. Em ê tolê ji yên dixwazin komkujiyê bikin, hilînin. Eger em tolê hilnînin, wê fermana 74'an dewam bike. Ji bo ev komkujî bê rawestandin bang li her kesî dikim ku tevlî vê berxwedanê bibin."
'BILA KES NEBÊJE JINÊN ÊZIDÎ NIKARIN ŞER BIKIN'
Li dû daxuyaniyê Vethe Xelîl (Dêrsim) mafê axaftinê girt û diyar kir ku heta jinên Êzidî yên li Rumbosî ji aliyê çeteyan ve dîl tên girtin û Şengal bên azadkirin ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û wiha axivî: "Weke jineke Êzidî ez jî ji bo parastina xak û welatê xwe tevlî nav refên YBŞ'ê bûm. Niha em li vir perwerdeya şervanên nû dibînin. Piştî perwerdeyê, ji bo azadkirina Şengalê em ê derbasî qadên şer bibin. Lewma divê ti kes nebêje keçên Êzidî nikarin şer bikin. Ji ber ku em ê ji bo vê xakê şer bikin. Ev xak şeref û namûsa me ye. Ji ber vê yekê em ê rûmeta xwe ji nû ve bi dest bixin. Û di vê oxirê de em ê şehîd jî bikevin. Em e ji bo azadiya xaka xwe şer bikin. Em ê mafên xwe yên ji nû ve bi dest bixin. Niha li Rmabosî bi hezaran keçên Êzidî hene. Ji komkujiya 3'ê Tebaxê û vir ve ji bilî milîtanên PKK'ê kes li dijî çeteyan şer nakin. Hin kes jî dibêjin ez şer dikim. Lê belê heta niha fîşekek bi tenê jî neteqandine. Li cihê rûniştine, qehremaniyê dikin. Heta niha bi tenê hêzên HPG û YBŞ'ê alîkarî dan me. Hin derdor derfetên wan hene, lê dîsa jî alîkariyê nadin me. Lê belê eger balafirên PKK'ê hebûna, ew ê alîkarî ji me re bianiya. Ji ber vê yekê spasiya Rêber Apo û PKK'ê dikim. Bijî jinên Êzidî, jin jiyan azadî."
'ZAROK DI NAV VÊ HERIYÊ DE NEDILÎSTIN'
Xalîde Xelîl (Bêrîtan) jî da xuyakirin ku ji bo dayik û jinên Êzidî tiştekî bike ew tevlî refên YBŞ'ê bûye û anî ziman ku ew ê Şengalê ji dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê rizgar bike. Xelîl got, "Ev hefteyeke ji bo Şengalê ji çeteyan rizgar bikin, em perwerdeyê dibînin. Ji ber vê yekê jî gelekî kêfxweş im. Weke jineke Êzidî ji bo welatê xwe şer dikim. Vê yekê ji bo dayik û jinên Êzidî dikim. Piştî komkujiyê gelek Êzidiyan Şengal bêparastin hiştin û çûn. Dayikên extiyar û bavên nekarî bimeşin li dû xwe hiştin û çûn. Em li vir man û tevlî nav refên YBŞ'ê bûn. Ji bo Şengalê ji çeteyan rizgar bikin, heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê têbikoş in. Heta jineke bi tenê li vî çiyayî bimîne, em ê têkoşînê dewam bikin. Lewma ji Rêber Apo û milîtanên wî yên em bi tenê nehiştin re spas dikim. Eger berpirsyarên me dest ji me bernedabûna û ji Şengalê nereviyabûna, îro ev zarok di nav vê heriyê de nedilîstin. Tevî vê jî îro hin radibin xwe mezin dikin û dibêjin wan Êzidî rizgar kirine. Wan em rizgar nekirin. Em bi saya PKK'ê rizgar bûn. Ji ber vê yekê, ji wan re dibêjim bila xwe zêde mezin nekin."
'ME ROLA JI JINAN RE HATIYE DESTNÎŞANKIRIN ŞIKANDIN'
Xelîl da xuyakirin ku wan rola di nava civakê de ji jinan re hatiye diyarkirin şikandine û got, "Ji bo me digotin nikarin şer bikin. Lê niha em li çiyayê Şengalê li dijî çeteyan şer dikin. Em dikarin li hemberî çeteyan li ber xwe bidin. Bes e êdî em ê heta kengî weke kole bijîn. Em ji bo azadiya xwe û xaka xwe şer dikin. Eger di şer de em şehîd bikevin jî, ev ê bi rûmetî be."