11 meh û 20 roj ceza dan rojnamevanê Swêdî Medin

11 meh û 20 roj ceza dan rojnamevanê Swêdî Joakim Medin ê ku ji bo şopandina protesyoyên ÎBB’ê hat Stenbolê.

Derbarê Nûçegîhanê Dagens ETC ya Joakim Medin ê ku ji bo şopandina çalakiyên protestoyî ya li dijî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû hat Stenbolê û di 28’ê Adarê de hat girtin de, bi îdiaya “heqereyê li Serokkomar kiriye” doz hat vekirin. Rûniştina ewil a dozê li Dadgeha Cezayê Asliyê ya 79’an a Enqereyê hat dîtin.

Di salona dadgehê de Parlementera DEM Partî ya Amedê Ceylan Akça Cupolo, ji Parlamentoya Ewropayê Jonas Sjostedy û ji Parlamentoya Swêdê Ulrika Westerlund, li ser navê Rojnamevanên Sînîr Nenas Martin Roux, Balyozê Swêdê yê Enqereyê Malena Mard, Serokê Giştî yê DÎSK Basin-ÎŞ’ê Turgut Dedeoglû û nûnerên Komaleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG), Cemiyeta Rojnamevanan û nûnerên MLSA’yê cih girtin.

Medin ji Girtîgeha Marmarayê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî rûniştinê bû. Rûniştin bi xwendina belgeyan destpê kir û bi parastina Medin re dewam kir. Medin ragihand ku hîna ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve dozname jê re nehatiye ragihandin.

Medin diyar kir ku ew derbarê serokên welatên cuda nêrîn û nûçeyan çêkiriye, lê li Tirkiyeyê ku ji bo dawiya hefteyê hatiye, hatiye girtin û 33 roj in li girtîgehê ye. Medin bi bîr xist ku ew berê li Sûriyeyê di girtîgeha Beşar Esad de 8 roj maye.

Medin diyar kir ku divê îdiayên derbarê wî de divê di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de werin nirxandin û wiha got: “Ez hemû gotarên xwe li ser hesabên xwe yên medya dijîtal parve dikim. Ev di çarçoveya azadiya ramanê û azadiya çapemeniyê de ye.”

Parêzer Veysel Ok jî parastin kir û berdana muwekîlê xwe xwest.

Meqama îdîayê ji ber sûcdarkirina li ser Medin biryara dewamkirina girtina wî da. Li ser vê yekê heyeta dadgehê biryara xwe ya navber ragihand. Dadgehê 11 meh û 20 roj ceza da û biryara tehliyeya wî da. Heyetê pêkanîna Vehiştina Ragihandina Darazê (HAGB) hikm kir.