Efrîniyên bi êşkenceyê hatin revandin nehatin berdan

Di doza 11 sivîlên ku çeteyên dewleta Tirk ên li Efrînê ew revandin û radestî îstîxbarata Tirk kirin, biryara berdanê nehate dayin. Sivîlan diyar kirin ku di bin êşkence û gefxwarinê de îfade dane.

Medya di kontrola desthilatdariya AKP'ê de, revandina 11 sivîlan ji Efrînê weke 'operasyoneke taybet' pêşkêş kiribû.

Efrîniyên ku teslîmî MÎT'ê hatin kirin bi îdîaya "hewl dane yekîtiya dewletê têk bibin" û "kuştina bi zanebûn" tên darizandin.

Rûniştina sêyemîn a dozê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê pêk hat. Di rûniştinê de sivîlên revandî sûcdarî red kirin. Sivîlên Efrînê diyar kirin, piştî ku 12 rojan li Efrînê ji aliyê çeteya bi navê OSO ve hate êşkencekirin radestî MÎT'ê hatine kirin.

Sivîlên Efrînî diyar kirin ku li Qereqola Jendermeyan a Bajarê Hatayê êşkenceya giran li wan hatiye kirin û di bin êşkence û gefê de îfadeya wan hatiye wergirtin û neçar mane îmze bikin. Sivîlan gotin, di dema destgîrkirinê de gef li wan hatiye xwarin.

Parêzerên Efrîniyan xwestin muwekîlên wan bên berdan.

Lê belê dadgerê Tirk bi daxwaza dozger biryar da ku Efrînî girtî bimînin û rûniştina dozê ji bo 27'ê Hezîranê taloq kir.