10 girtiyên din jî ketin gireva birçîbûnê
Li Girtîgeha Edîrneyê 10 girtiyê din jî ketin gireva birçîbûn a bêdem û dorveger. Hêjmara kesên ku ketine girev birçîbûnê gihîşt 16 kesan.
Li Girtîgeha Edîrneyê 10 girtiyê din jî ketin gireva birçîbûn a bêdem û dorveger. Hêjmara kesên ku ketine girev birçîbûnê gihîşt 16 kesan.
Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtiyên siyasî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dawîhatina tecrît, qedexe, êrîş ketibûn gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ket roja 28’emîn. Gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ku bi beşdariya 6 kesan ve destpêkiribû, hêjmara wan gihişt 16 kesan.
Di 24’ê Sibatê de, Samî Geylanî, Elî Kurt, Mazlûm Bataray, Zerdeşt Odûncû, Ramazan Kizildag, û Enver Baysal.
Di 10’ê Adarê de, Bulent Ozturk, Îsmaîl Dervîş, Huseyîn Bîlecan, Îbrahîm Nîlufer, Erdal Emeç û Î. Wezîr Abbasovîç.
Di 15’ê Adarê de jî, Şeyh Davût Başqan, Mehmet Zahîd Şahîn, Yahya Ozmen û Necat Oztekîn beşdarê gireva birçîbûnê bûn.
Hat diyarkirin ku her ku diçe rewşa girtiyên ketine greva birçîbûnê ber bi xeteriyê ve diçe.