10 gerîlayên 31’ê Kanûna 2012’ê jiyana xwe ji dest dayîn wê bên bibîranîn

10 gerîlayên 31’ê Kanûna 2012’ê jiyana xwe ji dest dayîn wê bên bibîranîn

Ji bo 10 gerîlayên HPG’ê ku di navde endamê Konseya Leşkerî yê HPG’ê Ertem Karabulut jî heyîn ku di 31’ê Kanûna 2012’an de di encama oparasyonekî a bi alikariya hewayî di dema amadekariyên ziviztanê de hatî kirin de jiyana xwe ji dest dayîn wê sibe li cihê çalakî lê çêbûyî bernameyekî girseyî a bîranînê bê çêkirin.

Di 31’ê Kanûna sala derbaz bûyî li herêma Dara Hênê û Licê a bejahiya Amed’ê de di dema amade kariyên zivistanê de ku di encama oparasyona bi alikariya hêzên hewayî şer çêbû de, di navde endamê Konseya Leşkerî yê HPG’ê Ertem Karabulut (Numan Amed) jî heyî ji bo 10 gerîlayên HPG’ê wê sibê li herêma pevçûn lê çêbûyî çalekiyekî bîranînê wê bê li darxistin.

Ji bo Bernameya bîranînê a ku wê ji aliyê Rêxistina BDP’a Bajarê Amedê ve bê pêk anîn, wê di saet 10.00’ê de li pêş avahiyên BDP’ê yên bajar û navçeyan wesayît bi rê bikevin. Di çalekiya bîranînê de li gel malbatên gerîlayan Parlementerê BDP’ê yê Amedê Nursel Aydogan û rêveberên BDP’ê wê bejdar bibin.

Di pevçûna ku di 31’ê Kanûnê de li mezrayê Şenlîk yê girêdayî gundê Birlîk yê Licê de endamê Konseya Leşkerî yê HPG’ê Ertem Karabulut (Numan Amed), Faruk Dolu (Egîd Amed) ku li Amedê ji dayîk bûye, Omer Şeker (Ozer Dersim) ku li Melatya ji dayîk bûye, Mehmet Biçecek (Rênas Amed) li Amedê ji dayîk bûye, Pervîz Xalîlî (Şoreş Selmas) yê li Selmasa Îranê ji dayik bûye, Mesut Yildirim (Demhat) li Qosera Mêrdînê ji dayîk bûye, Ruhallah Sidinecat (Firat Margî) yê li Îlama Îranê ji dayîk bûye, Mehmet Zûlfikar Kaçmaz (Xebat Xançepek) li Amedê hatî ji dayîk bûyî, Mehmet Calp (Şervan Koçer) li Mêrsînê ji dayîk bûyî, û Hakan Tezel (Masîro) yê li Batmanê ji dayî bûyî jiyana xwe ji dest dabûn.