Zêbarî: Dewleta Tirk 150 sivîl qetil kir

Parlamenterê Herêma Kurdistanê Zikrî Zêbarî diyar kir ku ji sala 2015’an û vir ve dewleta Tirk a dagirker 150 sivîl qetil kiriye.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bênavber dewam dikin. Dewleta Tirk ji sala 2015’an ve di êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê de bi sedan sivîl qetil kirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Parlamenterê Herêma Kurdistanê Zikrî Zêbarî ku nerazîbûn nîşanî komkujiya ku dewleta Tirk a li ser sivîlan pêk tîne da û diyar kir ku di êrîşên hewayî de 150 kes şehîd bûne.

Parlamenterê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Zikrî Zêbarî anî ziman ku 150 sivîl ji ber balafirên şer jiyana xwe ji dest dane û 134 sivîl jî birîndar bûne.

DEWLETA TIRK ZAROK JÎ QETIL KIR

Li bajarokê Axçeler ê navçeya Çemçemal a Silêmaniyê tenê Gulana borî di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 5 kes hatibûn qetilkirin, li herêma Bamernê ya navçeya Amediyê ya Duhokê jî 2 zarok hatibûn qetilkirin. Di êrîşa Mexmûrê de ku hemwext êrîşa Axçelerê hat kirin de kesek şehîd bibû.