Zarokê ku leşkeran birîndar kir ji beşa lezgîn hate derxistin

Azat Baga ê li taxa Çiliya Jor a navçeya Ebex a Wanê di encama gule reşandina leşkeran de birîndar bûbû, ji beşa lezgîn hate derxistin.

Azat Baga ê 15 salî ku li taxa Çiliya Jor a navçeya Ebex a Wanê di encama gule reşandina leşkeran de birîndar bûbû, berî çend saetan ji beşa lezgîn hate derxistin. Hate ragihandin ku rewşa Baga yê li Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Sedsalê tê dermankirin baş e.

Hate ragihandin ku guleya leşkeran ji aliyê perasûyê rastê ve ketiye hinavê wî û li piştê re derketiye, ziyanek mezin daye pişê. Nehate zanîn bê ka wê kengê Boga emelyat bike. Bendewariya malbatê ya li pêşiya nexweşxaneyê didome.

Di nava rojê de parêzerên endamên Baroya Wanê û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê serdana malbatê kirin.