YSK’ê serlêdanên HDP’ê yên Mûş û Malazgirê red kir

Desteya Hilbijartinê ya Bajêr serlêdanên HDP’ê yên ji bo ji nû ve hejmartina dengan li navenda bajarê Mûşê û navçeya Malazgir ku bi 3 deng şaredarî winda kir, red kir.

Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê li Mûşê tifaqa Cûmhûr 15 hezar û 919 deng, HDP’ê jî 15 hezar û 381 deng wergirt. Li 103 sindoqan 2 hezar û 500 deng hatin betal kirin.

Piraniya dengên hatine betalkirin yên HDP’ê bûn û piştî ku Desteya Hilbiajrtinê ya Navçeya Navendî red kir, HDP’ê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr da û serlêdan hate red kirin.

HDP piştî vê biryarê wê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bide.

Bi heman şêweyî li gorî encamên ne fermî HDP’ê li navçeya Malazgir a Mûşê 3 hezar û 638 deng û AKP’ê jî 3 hezar 641 deng wergirt. Li navçeyê 9 hezar û 591 hilbijêran deng da û 432 deng hatin betal kirin.

HDP’ê ji bo dengên hatine betalkirin serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê dabû û îtîraza HDP’ê hatibû red kirin. HDP’ê li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr jî îtîraz kir û Desteya Hilbijartinê ya Bajêr ku îtîraz nirxand daxwaza HDP’ê red kir.

HDP wê ji bo biryara hilbijartina Malazgirê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind bide.