YRK: Li Pêncwînê windahiyên me çênebûye

Fermandariya YRK'ê têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a 15'ê Nîsanê ya li herêman Pêncewînê daxuyaniyek da û diyar kir ku di vê êrîşê de berevajî îdîayan, ti windahiyên wan çênebûye.

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrîşên hewayî yên dagirkeriya dewleta Tirk ên li li ser herêmê Pêncewîn daxwiyaniyek da

'LI PÊNCEWÎNÊ TI WINDAHIYÊN ME ÇÊNEBÛYE'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "15'ê Nîsanê komek hevalên me dema ku li ser erkê xwe bûn, wesayita ku tê de bûn ji aliyê balafirên bêmirov ên dagirkeriya Tirkiye ve di navbera seet 18.00 û 18.30'an de li bejahiyê Pêncewîn rûbirûyê êrîşê hewayî hatin. Di vê êrîşa namirovane de tu wendahiyên me çênebûne, agahiyên ku di vê derbarê de belav bûne û îdîa dike ku wendahiyên me çêbûne nerastin. Em van êrîşên dagirkeran ku tu pîvan û exlaqê mirovahî nas nakin şermezar dikin û li hember van êrîşan têkoşîna xwe bilindtir dikin."

Daxuyaniya Fermandariya YRK'ê wiha dewam kir:
 
"Dagirkeriya Tirkiyeyê ev demeke li hember herêmên Asos û Pêncewîn him tevgera hewayî him jî êrîşên xwe yên hewayî zêde kiriye. Ev êrîş ji konsepte giştî qut nîne, girêdayî şerê topyekûn ê li dijî gelên Kurdistan û gerîlayên azadiyê ye. Bi taybetî ev pêvajoyê ku li Rojhilatê Kurdistan û Îran bi rêve diçe di astekeke bilind de gel dînamîk kir, rêxistin kir û ev jî ji bo dagirkeriya Îran dibe metirsiyeke mezin, ji bo vî jî ev hêzên desthiladar zêdetir berê xwe didin çavkaniya vê îdeolojiyê ku kêlî bi kêlî berbelav dibe û dixwazin di her alî de tune bikin. Li ser vî esasî di polîtîkayên qirkirinê de ku li hember Kurdistanê dimeşînin di çarçoveya berjewendiyên xwe de tên li gel hevdu. Em bi rengekî şênber di ferqa vê rastiyê de ne û pêwîste gelê me jî di mijara rastiyê dijmin famkirin û li hember vê rastiyê têkoşîna xwe rêxistinkirin û bilindkirinê de zêdetir xwedî hewildan bibin. Ji bo vê jî xwedî li axa xwe û parazvanên axê xwe derkevin."