YRK: Ji ber operasyona artêşa Îranê şer qewimî

YRK'ê ragihand, ji ber operasyona artêşa Îranê li herêma Hewramanê şer qewimî û di encamê de gelek leşkerên Îranê hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê der barê operasyonên artêşa Îranê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û hişyarî da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, artêşa Îranê demeke li Rojhilatê Kurdistanê li dijî hêzên wan operasyonan dike û hate gotin, yek ji wan operasyonan jî 26'ê Tîrmehê li qada Kosalan a Hewramanê pêk hat.

Navenda Ragihandinê ya YRK'ê diyar kir, hêzên wan naxwazin bi artêşa Îranê re bikevin nava şer lê belê ji ber operasyonan neçar dimînin ku bersivê bidin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di vê operasyonê de jî ji ber vê yekê şerekî demkurt çêbûye û di encamê de gelek leşkerên Îranê hatine kuştin û birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, artêşa Îranê bi rengekî bê encam operasyon bi dawî kiriye, lê belê bi hawanan qada Kosalanê topbaran dike, lewma şewat bi zeviyên gundiyan ketiye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku di operasyonê de tiştek bi hêzên wan nehatiye.