YRD: Têkoşîna Gûrbetellî ya li ser şopa heqîqetê didome

YRD'ê, di salvegera 20'an a şehadeta milîtana şoreşger û rojnamevan Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî.

Koordînasyona Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), bi wesîleya şehadeta ji pêşengên çapemeniya azad Gûrbetellî Ersoz, ku di 8'ê Cotmeha 1997'an de şehîd bû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Koordînasyonê di destpêka daxuyaniyê de Ersoz bi bîr anî û got, "Hevala me ya rojnamevan Gûrbetellî Ersoz di dem û kêliya wek  pêwîstiya şoreşê, di serî de di kesayeta xwe ya şoreşgerî de û pê ve girêdayî di ragihandina Kurdî de mohra xwe li destketiyên mezin da. Bi sekna xwe ya li dijî polîtîkaya îmha û tinekirinê, bû zimanê neteweyeke ku hebûna wê hatibû qedexekirin. Jina ku ti bend û sînor nas nekir û bi baweriya ku her mirov di serî de her jin bi ziman û heqîqeta xwe heye, dikare li dijî her cure polîtîkayên asîmîlasyonê bisekine."

YRD'ê destnîşan kir, ku sekna milîtanî ya di ruhê rastiya PKK de veşartî, pelek nû ya rojnamevanî û weşangeriya Kurd li pelên dîrokê zêde kir. 

ERSOZ BI WÊREKÎ Û PÊŞENGIYA XWE BÛ ILMANÊ GELEKÎ KU HATIYE QEDEXEKIRIN

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Şert û mercên salên 90'î bêguman salên ku ti caran faşîzma Tirk hebûn û serîrakirina gelê Kurd nedipejirand û tehemula ku Kurd jî dikarin binivîsin, biaxivin û bibin dîmen û wêneya rastiyên xwe yên hatiye tinekirin, nebû û di her firsendê de pêşî lê digirt û tepeser dikir. Di demek wiha de Gûrbetellî Ersoz ne tenê li Kurdistanê li tevahiya Tirkiyê wek jina yekemîn a gerînedeya giştî ya weşanê ya Ozgur Gundem, bi wêrekî û bi rola xwe ya pêşeng, bû zimanê gelekî ku hatiye qedexekirin. Bûyîna zimanê qedexekirî, bûyîna hebûnek mehkûmî tinebûnê bûyî, bûyîna xwediyê jiyanek herî rast û sade di şert û mercên wê demê de ku her kêliyê mirin li ser gelê Kurd dihat ferrzkirin, ruhek şoreşgerî divê. Di Gûrbetellî Ersoz de ruhê şoreşgerî û milîtantiya rast a PKK veşartîbû, ji bo wê karî di wan şert û mercan de ya layiqî dîroka netewa Kurd û gelên Tirkiyê ye, bide nîşan dan." 

TI CARÎ JI RASTIYÊ TAWÎZ NEDA Û LI SER ŞOPA HEQÎQETÊ MEŞIYA

Koordînasyona YRD'ê da zanîn, ku rastiya milîtan a PKK a ku di her kêliyê de li gorî pêwîstiyên demê, di hevrê Gûrbetellî de xwe bi awayekî şênber da der û got, "Dem pêwîst kir wek jinek wêrek û zana, rewşenbîr û rojnamevan di şertên salên 90 de têkoşîna bê du dilî, wek jin, yekemîn gerînendeya giştî ya weşangeriya tevgera azadiya gelê Kurd kir. Bû zimanê şoreş û şerê hebûn û tinebûna gelê Kurd. Dem hat wek jinek fermandar li çiyayên Kurdistanê, di têkoşîna gerîlatiyê de cihê xwe girt û şer kir. Bi wê zanebûnê ku gelê Kurd û bi taybet jina Kurd li her derê, li hemû parçeyên Kurdistanê di nava penca qirkirinê de ye, ji bo wê jî divê li her derî, li çiyan, di deşt û bajaran di her qadê de bi kîjan derfetan dibe bila bibe, têkoşîna hebûnê were dayîn. Têkoşîna hebûna gelê Kurd bi  keda Gûrbetellî Ersozan îro bi têkoşîna azadiya gelê Kurd û  hemû gelên Rojhilata Navîn li her derê didome. Di şerê hebûnê de li Kurdistanê, pîvana herî esasî ku di kesayeta hevrê Gûrbetellî de bû sembolek, ti caran ji rastiyê tawîz neda û li ser şopa heqîqetê meşiya, heta îro hat."

YRD'ê destnîşan kir, ku berbanga ragihandinek azad û eynika dil û ruhê gelê Kurd û hemû gelên êşa mêtîngeriyê kişandine, tama tal a komkujî û qirkirinê serê her çend salan temijandine, îro bi dîmenên şerê azadiyê rûyê cemidî dikenîne. 

BI TÊKOŞÎNA GÛRBETELLIYAN WÊ HEQÎQET BI SER BIKEVE

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Kevneşopiya weşangerî û rojnamgeriya Gûrbetellî îro dîsa piştî 20 salan têkoşîna azadiyê dide ji rika faşîzm û tarîtiya hêzên wek AKP û DAIŞ’ê. Têkoşîna jina şoreşger û wêrekiya wê îro kesên wek Denîz Firat a di cenga li dijî reşahiya serdema modernîtiya harbûyî de bi deng û dîmenên xwe, dilê mirovahiyê rohnî kir, afirand. Ji rastiya Gûrbetellî, îro Nûjiyan ji dayik bû û navê jiyanê li mirinê kir, li cihekî weke Şengalê ku jin, zarok, pîr û kal ketin ber kêra qirkirinê. Ji hezkirina Gûrbetellî ya ji gerîla û çiyan, Xelîlê Çiyayî û Arjîn bû zimanê hemû kêliyên gerîlayê azadiyê. Ev kevneşopî îro di şerê azadiya gelên Rojhilata Navîn, ji deşta Nînova heta deşta Reqa û Dêra Zorê, ji bilindahiya çiyayên Şaho heta Cîlo û Dersimê, bi navê jina milîtan a rojnamevan, Gûrbetellî Ersozan didome û têkoşîna rojanemegeriyê hîn watedar dike. Kevneşopiya Gûrbetelliyan di hemû kolanên berxwedaniya Sûr, Cizîr, Şirnex û Nisêbînê de di her wêne û dîmenên rojnamevanên ciwan, amator, di heman demê de qehremanên herî li pêş ê gelê xwe de, bû rastiya serdema nû ya şerê azadiyê, Rohat Aktaş mînaka vê wêrekî û ciwantiyê bû bêguman. 

Erka Gûrbetellî bi têkoşîna xwe ya di her qadê de ji me rojnamevanan re hiştiye, erkên dîrokî ne. Bi pêkanîna vê erkê di her qadê de, di her dem û kêliyê de, wê heqîqet bi ser bikeve. Têkoşîna îro ya rojnamevaniya Kurd li dijî faşîzma serdema zilma ku gihiştiye lûtkeyê û qirkirinê ferz dike, bê rawestan di her qadê de bi ruhê Gûrbetellî berdewam e."