YPS: Em bi Rêber APO re li welatê azad bijîn!

YPS'ê di salvegera 3'emîn a damezrandina xwe de em soza serketina têkoşînê, tolhildana şehîdan û jiyana bi Rêberê Gelê Kurd re li welatekî azad, dubare kir.

Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) bi wesîleya 3'emîn salvegera damezrandina xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Daxuyanî wiha ye:

"Em di demeke welê de ne ku li herêmê di şexsê gelê me de ji bo hemû gelên li herêmê, pêşketinên girîng pêk tên. Li gel geşedanên mezin ên siyasî, xisleta demê di nav xwe de rîskên mezin jî dihewîne û heke berxwedaneke rast, bi bandor û rêxistinkirî were kirin, wê têkoşîn û berxwedana gelan bi ser bikeve.

Di vê dema ku berxwedan, weke her demê yekane rêya gelê me ya serketin û rûmetê ye, di 3'emîn salvegera berxwedana xwe ya mezin a rêxistinbûna xwerêveberiyê de bi navê YPS'ê soza ku em ê têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin, tola şehîdên xwe hildin û bi Rêber APO re li welatê azad bijîn, dubare dikin."

YPS'ê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got:

"Gelê me yê hêja!

Li Kurdistan û herêmê şert û mercên ku em li Kurdistana azad bi Rêbertiya azad re bi rûmet bijîn, pêk hatine. Dibe ku pêvajoyên wiha metirsî û rîskên xwe hebin û herî zêde jî gelê me berdêlên wê dide, lê belê divê bê zanîn ku destketiyên mezin jî di nav xwe de dihewîne. Gelê me yê welatparêz vê yekê baş dizane. Tevgera me ya azadiyê gelek caran bi metirsiyan re rû bi rû maye lê belê her carê bi serketî û destketiyên mezin jê derketiye. Bi gotina Rêber APO 'Li keviya şkêrê fir daye'. Bêguman ev xwe bi xwe dernektiye holê. Ji bo vê pêwîstî bi pêşengiyeke taktîkî, rêxistingeriyeke çalak, di serî de gerîla, hêzên xwe yên berxwedêr û bêguman gelekî ku tu car ji lehengî û fedakariyê xwe nedayî paş lazim e. Metirsî bi vî awayî veguherîne serketinê. Lewre di vê demê de weke ku ji dîroka têkoşîna me jî wê bê fêmkirin, çi dibe bila bibe, pêwîstî bi berxwedana gel a xwedî dîrokeke qehremanî ye heye. Îro, gelê Kurd çi li zindanan, çi li derve bi çalakiyên grevên birçîbûnê berxwedana raber dike, nîşaneya vê hişmendiya berxwedana kûr e. Ev sekna bi rûmet û rêzdar serketinê heq dike û wê teqez bi ser jî bikeve.

YPS, bi biryardarî ji sala 4'êmîn re amade ye ku metirsiyan veguherîne destketiyan.
Di kesayeta fermandarên pêşeng ên YPS'ê de; Çiyager, Zeryan, Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, Xebatkar, Axîn Mahîr Dîcle, Harûn Mardîn, Çeko, Nûda, Sêvê Demîr, Îslam, Şahan, Ekîn û Senaran de hemû şehîdên me di sala 4'an a YPS'ê ji bo me fermana berxwedan û serketinê ne. Sekna van fermandar û lehengan yekane sekna bi rûmet a jiyanê û mayina li ser piyan e. Ji bilî vê hemû seknên din seknên rajêriya faşîzma dewleta Tirk a şermê ye. Berxwedan êdî azmûneke mirovahiyê ye.

Em sala 4'an a YPS'ê bi berxwedana heybet pêşwazî dikin û di kesayetiya lehengên xwe de hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi bîr tînin û soza xwe ya ku em ê doza wan bigihînin serketinê dubare dikin; her kesên ji bo Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad li ber xwe didin silav dikin."