YPS'ê sembola berxwedana xwerêveberiyê Çiyager bi bîr anî

Fermandariya Giştî ya YPS'ê, fermandarê berxwedana Sûrê Çiyager Hêvî ku bû sembola berxwedana xwerêveberiyê, di salvegera sêyemîn a şehadeta wî de bi bîr anî.

Çiyager Hêvî ku sala 2004'an tevlî nava refên PKK'ê bû, di berxwedana Sûrê de ya navbera 28'ê Mijdara 2015 - 15'ê Adara 2016'an, bi erka fermandariyê rabû bû. Çiyager bi komeke ji 60 kesî li dijî duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê bi rengekî dîrokî bi mehan li ber xwe dabû.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) peyameke nivîskî weşand û di salvegera sêyemîn a şehadeta wî de fermandarê berxwedana Sûrê Çiyager Hêvî bi minetdarî bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di salvegera sêyemîn a berxwedana xwerêveberiyê de ku her rojeke xwe destanek bû, her destaneke xwe jî ji aliyê bi dehan lehengan ve hate neqişandin, em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna hemû şehîdên berxwedana xwerêveberiyê ditewînin. Em hevalê xwe Şehîd Çiyager ku fermandarê smebola xeta berxwedanê ya şehîdên me ye, di salvegera sêyemîn de bi minetdarî bi bîr tînin. Em careke din dibêjin ku em ê "encama bêhempa" ya ku mîna hilatina rojê ew jê bawer bû, pêk bînin. Bi vê bîr û baweriyê em ê xwedî li bîranîna wî derkevin."

Fermandariya Giştî ya YPS'ê destnîşan kir ku berxwedana Sûrê ne bûyereke welê ye ku wextekê qewimî û qediya û wiha dewam kir: "Zilma ku îro li Efrînê li gelê me tê kirin û berxwedana ku li dijî vê zilmê tê nîşandan Sûr biriye Efrînê û Efrîn kiriye Sûr. Ş. Çiyager weke ruhê fedayî yê Apoyî bi rengê Ş. Avesta derketiye hemberî dijmin. Sûn an jî Efrîn!.. Ev her du nav bala Kurdan dikişîne ser rastiyeke bi tenê: Dijminatiya mutleq û teqez a serdestên Tirk li dijî Kurdan û AGIRÊ TOLHILDANÊ yê Kurdan ên li dijî vê dijminatiyê!.."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku paşeroja Kurdan tinekirina serdestên Tirk bi agirê mezin ê tolhildanê ye û hate gotin, "Em bang li tevahiya gelê xwe dikin, bi taybetî bang li ciwanên Kurd dikin ku ji bilî vê yekê paşerojeke xwe nîne û bi vê bîr û baweriyê bi ruhê Ş. Çiyager û Ş. Avesta têbikoşe. Li ku derê bermahiyeke serdestên Tirk hebe, em bang dikin ku wê derê bi agirê tolhildanê veguherîne qada têkoşînê û vê têkoşîna pîroz mezin bikin."

Di daxuyaniya YPS'ê de hate destnîşankirin ku heta cîhana serdest a Tirkan neyê tinekirin, jiyaneke azad ji bo Kurdan nepêkan e û herî dawî hate gotin, "Êdî divê ti Kurd vê yekê ji bîr neke: Heta ku cîhana serdest a Tirkan neyê tinekirin, ji bo Kurdan jiyaneke azad nepêkan e!.. Bi vê bîr û baweriyê di salvegera sêyemîn a şehedatê wî de em di şexsê hevalê Ş. Çiyager de hemû şehîdên şoreşê bi taybetî jî şehîdên Efrînê bi minetdarî bi bîr tînin û dibêjin, soza xwe ya dilsoziya bi wan re dubare dikin."