YPS’ê nasnameya du şervanên xwe yên şehîd eşkere kir

YPS’ê diyar kir ku di 14’ê Tîrmehê de li Wanê du şervanên wan piştî berxwedaneke qehremanî şehîd bûne û nasnameya herdu şervanên xwe eşkere kir.

YPS’ê diyar kir ku di 14’ê Tîrmehê de li Wanê du şervanên wan piştî berxwedaneke qehremanî şehîd bûne û nasnameya herdu şervanên xwe eşkere kir.

YPS’ê têkildarî bûyerê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin.

“Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê Yekîneyên Parastina Gel (YPS) li Kurdistanê li hemberî qirkirina gel xwe dikin sîper. Yekîneyên me berxwedaneke bêhempa dikin û soza xwe dubare dikin heta ku faşîzm were têkbirin ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Li ser vî esasî li ser rêya ku Çiyager ji me re hiştiye, ew ê têkoşîna me bidome.

Di 14’ê Tîrmehê de li kolana Sixkê ya navçeya Îpekyolû ya Wanê du şervanên me li dijî çeteyên AKP û MHP’ê berxwedaneke mezin nîşan dane. Şervanên me ji 02.30’êşev heta sibehê şer kirine. Rêhevalên me Nûman û Serhildan derbên giran li çeteyên AKP’ê xistine. Di vî şerî de 2 çeteyên tevgera taybet mirine û 6 çete jî birîndar bûne.

Malbatên rêhevalên me Nûman û Serhildan di serî de, em sersaxiyê ji gelê xwe re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku ew ê xwîna şehîdên me li erdê nemîne."

Li gorî daxuyaniya YPS'ê nasnameya şehîdan wiha ye;

Nasnav: NÛMAN SERHAT

Nav û Paşnav: METÎN UNALMIŞ

Cih û Demê Jidayikbûnê: WAN / 1’Ê ÇILEYA 1990’AN

Navê Dayik: NÛRHAN

Navê Bav: ZEKİ

Cih û Demê Şehadetê: WAN / 14'Ê TÎRMEHA 2018'AN

***

Nasnav: SERHILDAN ARARAT

Nav û Paşnav: BILAL ŞÎMŞEK

Cih û Demê Jidayikbûnê: AGIRΠ/ 1992    

Navê Dayik: SELAM       

Navê Bav: MIHYETTÎN

Cih û Demê Şehadetê: WAN / 14'Ê TÎRMEHA 2018'AN