YPS’ê li Cizîrê li dijî polîsan çalakî li dar xist

Navenda Ragihandinê ya YPS’ê diyar kir ku yekîneyeke wan li Cizîrê li Taxa Nûrê çalakî li dar xistine û li vê derê du polîs birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya YPS’ê têkildarî çalakiya li Cizîrê ya li dijî polîsên Tirk, ev daxuyanî da:

“Di Roja 1’ê Kanûnê de yekîneyeke me ya YPS’ê şev di saet 19:30’an de li taxa Nûr a navçeya Cizrîe ya Şirnexê li dijî wesayîta zirxî ya polîsan a ku dewriye digeriya, çalakiyek li dar xistiye. Yekîneya me ya YPS’ê dema ku polîs ji wesayîtê derdiketin bi bombeyên destan li polîsan xistiye. Di encama çalakiyê de yek jê giran 2 polîs birîndar bûne. Piştî çalakiyê ambûlansên ku hatine cihê bûyerê, birîndar rakirine nexweşxaneyê. Ev çalakî ji aliyê yekîneya YPS’ê ya bi navê Şehîd Çekdar ve hatiye kirin û endamên me bi silametî vegeriyane cihên xwe.”