YPG: Ti êrîşa dewleta Tirk wê bê bersiv neyê hiştin

YPG diyar kir êdî êrîşên dewleta Tirk wê bê bersiv neyên hiştin û li gorî yasayên navnetewî wê bersivê bidin.

YPG`ê destnîşan  kir ku  ji vir û  şûn ve jî  êdî yek êrişên dewleta Tirk jî wê bê bersiv nehêlin û got:”3 tang, 2 panzêr, maşînekî radar li ser, depokî cebilxane û 2 çeperên artêşa Tirk hatin ruxandin”.

Navenda Raghandina YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama êrîşên deweleta Tirk a dagirker li ser Rojava û bersivdyîna êrîşan, eşkere kir.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

“Roja 25`ê Nîsanê saet 02.00’an de Navenda Fermandariya  Giştî ya YPG`ê ya li çiyayê Qereçox ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hate bombekirin û di encamê de navenda ragihandin, saziyên biryargeh û navenda Radyo ROJAVA jî tê de gellek noqteyên hêzên me hatin rûxandin. Di vê êrişê de 20 hevalên me şehîd bûn û 18 hevalên me jî birîndar bûn.

Piştî vê êrişa  hovane, dewleta Tirk vê carê ji bejahiyê ve li dijî çeperên hêzên me yên li seranserî xeta sînorê Rojava êriş anîn. Dewleta Tirk, li ser xeta sînor  ku ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê heta bajarê Dirbesiyê ya Kantona Cizîrê dirêj dibe gelek êriş anîn.

Hêzên me jî li dijî van êrişên dewleta Tirk bi tundî bersiv dan. Li ser xeta sînor şer qewimî û di encamê vî şerî de artêşa Tirk derbên giran xwarin.

‘TI ÊRÎŞ ÊDÎ BÊ BERSIV NAMÎNIN’

Rixmê ku ji aliyê hêzên me ve heta niha li dijî dewleta Tirk ti êriş pêk nehatiye jî û rixmê hewldanên me yên pêşxistina tekîliyên baş bi dewleta Tirk re jî êrişên dewleta dagirker qet ranewestiya ye. Piştî van êrişên dawî em nikarin bê bersiv bimînin û em carek din eşkere dikin ku em ê di çarçoveya parastina rewa û zagonên navnetewî de, bersiva êrîşan bidin. Ji vir şûn ve jî yek êrişê dewleta Tirk jî bê bersiv nemîne, li hember her êrişê bê lidarxistin em ê bersiva tund bidin wan.

Di vê çarçoveyê de êrişên dewleta Tirk û bersivên hêzên me yên li hemberî van êrişan hat dayin wiha ne: Artêşa Tirk ji 25’ê Nîsan heta 27’ê Nîsan li seranserî sînorê Rojava 22 caran bi firoke, çekên giran û teyareyên keşifê êrişî anîne ser xaka Rojava.

Ji 26’ê Nîsan heta 27’ê Nîsanê, şervanên YPG û YPJ 6 caran bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker dane.

BÎLANÇO

Di vê çarçove de êrişên dewleta Tirk û bersivê hêzên me ya li hember van êrişan hat dayin wiha ne:

-Artêşa Tirk a dagirker 26`ê Nîsana  2017`an de ji hember Pira Heşarkê, ji Ezaz, ji gundên Kefer Xaşer, Til Malid, Ablê, ji hember herêma Şiltehtê û nêzî gundê Sosyên êrişî çeper û xalên hêzên me yên Kantona Efrînê kir.

-Artêşa  Tirk li dijî gundên Eradê, Çetelê û Şerikê yên girêdayî Dirbasiyê êrîş li dar xistin.

-Di roja 27`ê Nîsana  2017`an de jî artêşa Tirk li dijî gundên Til Findir û Sûsik ên girêdayî Kobanê û li ser xeta sînor a dikeve navbera Girê Spî û Kobanê êrîş pêk anîn.

-Artêşa Tirk êrîşe gundê Elok ê girêdayî Serêkaniyê û kêleka bajêr kir.

-Artêşa Tirk a dagirker li dijî gundên Qara Baba, gund û pira Haşerkê, Izaeya gundê Xelîl, gundê Meydan Ekbes û li ser xeta sînor ku ji Dêrbalut heta Şiltehtê dirêj dibe; dîsa li dijî gundên Maranez, Belûnê û Eyn Deqnê û gundê Hemamê yên giredayî Efrînê bi tangan, bi topên obûs û hewanan û bi çekên cûrbe cûr êrişê çeper û xalên hêzên me kirin.

-Bi awayekî hemwext çeteyên girêdayî artêşa Tirk jî ji saetên şevê heta sihara 28`ê Nîsanê bi topên obûs, hewan û bi tangan li gundê Maranez, Belûnê, Eyn Deqnê û Vîla Qadî topbaran kirin.

-Di van demên êrişan de balafirên keşfê ya bê mirov û balafirên şer ên artêşa Tirk li ser van herêman de firiyan.

-Di 28`ê Nîsana  2017`an de jî artêşa Tirk saet di 04.30`an de bi tang û topên hewanan girê Hemdunê û mexfera Xerez ên dikevin navbera Amudê û Dirbesiyê kirin.

Hêzên me di van herêman de li dijî leşkerên artêşa Tirk ên ku êriş li dar dixistin bersivên tund dan û di encam de şerên dijwar rû da.

Di van şeran de qasî hat zelal kirin 3 tang, 2 panzêr, maşînekî radar li ser, depokî cebilxane û 2 çeperên artêşa Tirk hatin ruxandin. Di encama bersivdayîna şervanan de leşkerekî artêşa Tirk hat kuştin û sê leşkerên din jî birîndar bûn”.