YPG: Artêşa Tirk 67 caran êrîşî xaka Bakurê Sûriyeyê kiriye

YPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk 35 caran bi tank û top, 24 caran bi çekên giran ên cûr be cûr, 7 caran bi fuzeyan û carekê jî bi balafiran, bi giştî 67 caran êrîşî xaka Bakurê Sûriyeyê kiriye.

Navenda Ragîhandinê YPGʹê bi daxuyaniyekî nivîskî bîlançoya êrîşên arêtşa Tirk a dagirker û Pêngava Xezeba Firatê ya meha Nîsanê ekşkere kir. YPG’ê diyar kir ku bi giştî artêşa Tirk 67 caran bi şêwazên cuda cuda êrîşî xaka Bakurê Sûriyeyê kiriye.

Navenda YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin:

ʺDi Nîsana 2017’an de artêşa Tirk 35 caran bi tank û top, 24 caran bi çekên giran ên cûr be cûr, 7 caran bi fuzeyan û carekê jî bi balafiran, bi giştî 67 caran êrîşî xaka Bakurê Sûriyeyê kiriye.

Roja 25′ê Nîsanê saet di 02.00′yê sibehê de, navenda Fermandariya Giştî ya YPG′ê ya li herêma Qereçox ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Li wir navenda ragihandinê, radyoya Dengê Rojava, çapxane û saziyên leşkerî hene. Di encama vê êrîşê de, 3 jê nûçegihanên navenda ragihandinê 20 şervanên YPG/YPJ′ê şehîd bûn û 18 şervan jî birîndar bûne.

Li hember van zêdegavî û êrîşan, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di çarçoveya parastina rewa de 16 caran bersiva artêşa dagirker a Tirk dane. Di encamê de li herêmên cuda yên li ser xeta sînor 3 caran şerên demkurt qewimîne. Her wiha 2 balafirên keşfê, 3 tank, 2 panzer, wesayîtekî radar li ser û 6 çeperên artêşa dagirker a Tirk hatine rûxandin.

Di Nîsana 2017’an de şervanên YPG û YPJ’ê pêşengtiya xwe ji Pêngava Xezeba Firatê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re dewam kirin û beşdarê Qonaxa Çaremîn ya rizgarkirina Reqayê bûn. Di vê çarçovê de, bajarokên Hezîme, Mezrea Tişrîn û bi dehan gund di nav de, 800 kîlometrên çargoşe li bakur û bakurê rojhilatê Reqayê (bakurê Geliyê Celab) ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Di vê pêngavê de bi deh hezaran welatiyên Reqa û bajarê Tebqayê hatin rizgarkirin û li herêmên ewle hatin bicihkirin. Pêngava Xezeba Firatê a niha bi dijwarî li bajarê Tebqayê dewam dike û ji sedî 95 wê hatiye paqijkirin, bi dehan çeteyên DAIŞ’ê ku di dorpêçekî teng de asê mane hatine kuştin û birîndarkirin.ʺ