Yildirim: Gelê Başûr alîgirê yekîtiya neteweyî ye

Parlamenterê HDP'yî Nadîr Yildirim ku li Herêma Başûrê Kurdistanê ya Federal hevdîtin kir, an ıziman ku geê ji ber referandûmê dewletên herêmê gefê lê dixwe, alîgirê yekîtiya neteweyî ye.

Piştî ku direferandûma Başûrê Kurdistanê de 92 ji sedî dengê 'erê'derket, dewletên Tirkiye, Îran û Iraqê bûn yek û dest bi amadekariya amborgiyê kirin û gefên destwerdana leşkerî xwarin. Wekîlên HDP'yî ku piştî referandûmê serdana Başûrê Kurdistane kirin, hin hevdîtin pêk anîn. Parlamenterê Wanê Nadîr Yildirim ku yek ji van parlamenteran de ji ajansa me re axivî.

Yildirim rexne kir, ku biryara referandûmê bêyî bi gel re were nîqaşkirin û ji gel bê pirsîn hatiye dayin û got, "Vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekir. Gelek derdor dibêje, ku referandûm weke fermanekê li ser gelê Başûr hatiye ferzkirin. Li hemberî êrîşan û gefên piştî referandûmê li Kurdan hatin xwarin, gel helwestek nîşan da."

Yildirim anî ziman, ku piştî referandûmê di jiyana rojane ya gelê Başûrê Kurdistanê de guhertineke cidî nebûye, lê belê ji ber ku ji aliyê aborî ve bi derve ve girêdayî ye, hin pirsgirêkan rû dan.

Yildirim da zanîn, ku têkiliyên rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi AKP'ê re, rê li ber rexneyên cidî vekir û diyar kir, ku gelê Başûrê Kurdistanê pê hesiya ye ku ev yek li pêşiya yekîtiya neteweyî û têkoşîna azadiyê ya Kurdan asteng e.

Yildirim got, "Me dît, ku eger rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk re bikeve nava têkiliyeke ku zerarê dide berjewendiyên neteweyî yên Kurdan, wê gel nerazîbûneke mezin nîşan bide. Ev mijar girîng e. Ez gelek caran çûm Başûr. Lê belê cara yekemîn e her kes bi rengekî vekirî li ser meseleya yekîtiya neteweyî diaxivin û dibêjin ku yekîtî nebe, nabe. Li Başûr helwesteke cidî heye, ku hemû astengiyên li pêşiya yekîtiya neteweyî ji holê rakin. Di nava partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rûspî û gel de ev meyl gelekî xurt e."

Yildirim diyar kir, ku li gorî çavdêriyên wan, gelê Başûr wê hê bi coş û kelecan xwedî li têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li Bakur û Rojavayê Kurdistanê derkeve û got, "Dîrokê em mafdar nîşan da. Gelê Başûr bi awayekî zela dît ku polîtîkaya dewleta Tirk û hikumeta AKP'ê ya li hemberî Kurdan durû, hevnegirtî û dijminane ye. Em dikarin bêjin ku di vî warî de li ser pêşvebirina yekîtî û têkoşînê helwestek derketiye holê."