Yên bûne alîkarên qirkirina Êzidiyan, li Şengalê vedîgerînin

Malbatên sala 2014’an bi çeteyên DAÎŞ’ê re bûn alîkarên qirkirina Êzidiyan, li Şengalê vedigerînin. Gelê Şengalê li ber rabû.

Xelkê Şengalê, li dijî vegerandina  malbatên ku di dema fermana Êzidîyan de bi DAIŞ’ê re tevgeriyane, rabûn ser pêyan û ji artêşa Iraqê û Asayîşa Nîştîmanî xwest ku wan malbatan nexin Şengalê. 

Emin-El Wetenî (Asayîşa Nîştîmanî ya Iraqê) û Artêşa Federal a Iraqê gelek malbatên ku di dema fermana 2014’an de bi DAIŞ’ê re tevgeriyane û destê wan di xwîna civaka Êzidî de heye, vegerandin Şengalê.
Piştî ku xelkê Şengalê kesên bi DAIŞ’ê tevgeriyane û vegerandine Şengalê nas kirin, daketin qadê û bi tundî li ber rabû.

 Li gorî agahiyên ku nûçegihanê Rojnewsê ji navenda Şengalê daye,  hêzên Iraqî plan kiriye ku 30 malbatan vegerînin û beşek ji van malbatan vegerandine. Xelkê Şengalê jî wan ew nas kirine ku di dema fermanê de bi çeteyên DAÎŞ’ê re tevgeriyane.

Hate gotin ku li qada Yermuk a Şengalê xelkê Şengalê kom bûye û li dijî vê hewldana hêzên Iraqê xwepêşandanan dikin. Ji dîmenan jî xuya dibe ku fermandarên Iraqê li pêşiya gel sekinîne û gel jî nerazîbûnên xwe radigihînin û dixwazin artêş dest ji vegerandina van malbatan berde.

Di nava xwepêşanderan de mezinên civaka Êzidî û dayîk jî hene û hewil didin ku bêyî aloziyek li herêmê rû bide, mijarê çareser bikin û ew malbatên anîne cardin derbixin.