Yekîtiya Mamosteyan: Xwendina bi Kurdî nasnameya Kurdbûna Kerkûkê ye

Bi boneya 12’emîn salvegera bûyera 28’ê Tîrmehê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê ya Şaxa Kerkûkê got “Em ê bi heman ruhê berxwedanê roja 28’ê Tîrmeha 2008’anli hemberî hewldanên ku dijbertiya mafên rewa yên Kurdan li vê bajarê dike rawestin."

22’ê Tîrmeha 2008’an komek ji parlementerên kîndar û şoven ji bo yasayek têkçûyî û nîvco derxînin li parlementoya Iraqê civînek veşartî lidarxistin. Ew jî yasaya 24 bû ku kêmî madeyên Encûmena Rêveberiya Şoreşê ya Rejîma Beasê nebû, ji ber ku naveroka wê madeyê wiha bû ku Kerkûk vegere rewşa beriya 09.04.2003’an. Diyar e ku li gorî rewşa beriya wê dîrokê, hikumeta Beas ya bi serkêşiya Sedam Hisên li ser Iraq û Kerkûkê desthilatdar bû.

Ew yek bû sedem ku welatiyên Kerkûkê ku timî sîngê xwe ji bo parastina kelha Kerkûkê dane pêş, roja 28.07.2008 hemû çîn û kesim ji hemû taxên Kerkûk, gund û navçeyên wê bi hilgirtina alên sipî û dirûşmeya “Em ji vir naçin” daketin kolanan û ew made pûç kirin.

Diyar e ku bermahiyên Beas, terorîstan û yên kîndar ew anketa Kerkûkiyan hezim nekirin, lewre planeke hovane amade kirin, ango teqîna herî mezin li bajarê Kerkûkê pêkanîn. Kurd wê rojê qet ji bîr nakin. Şehîdên 28’ê Tîrmehê bi xwîna xwe ya geş îspatkirin ku Kerkûk Kurdistanî ye. Di encama wê teqînê de 24 kes şehîd bûn û zêdetirê 150 kes jî birîndar bûn. 9 kes ji wan qurbaniyan mamoste bûn, ji bilî wan bi dehan mamosteyên Kurd ên Kerkûkê di wê teqînê de birîndar bûn. Bi boneya 12’emîn salvegera wê bûyera bi xwîn Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê yê şaxa Kerkûkê civîneke çapemeniyê li dar xist û daxuyaniyek pêşkêşî hikumeta Iraq û herêma Kurdistanê kirin. Daxuyanî ji aliyê Mamoste Huner Ebdula ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Îro 28’ê Tîrmehê rojekî bi heybet ya xebat û berdêldayîna mamosteyên Kerkûkê bibîrtînin. Rojeke ku mamosteyan mil bi milê çîn û kesimên wê bajarê bi xwîna çendîn şehîd ku 9 ji wan mamoste bûn û bi dehan jî birîndar bibûn, Kurdistanî bûna wê bajayê parastin. Ew mamosteyên şehîd, bûne dîwarek li pêşiya wan kes û aliyên ku hewldidin nasnameya wê bajarî ji holê rakin, dixebitîn ku wê bajarî ji xaka Kurdistanê qut bikin û dijbertiya mafê rewa yê gelê me dikirin li ser axa wê bi xwe.”

Her wiha di dewama daxuyaniyê de bal hatiye kêşandin li ser erk û berpirsiyariyên mamosta û hemû kesimên din û wiha pê de diçe: “Îro em ji qonaxeke pir zehmet re derbas dibin, em di demekê de wê rojê bi bîr tînin ku hemû mirovatî bi şewbek metirsîdar re rû bi rûye, lê ya ku di wê rewşê de ji bo mamosteyên zimanê Kurdî li bajarê Kerkûkê zehmettir dike dereng mayîn û kêmkirina mûçeyê ye ku bi giştî bandorê li jiyan û debarê dike. Diyar e ku rewşa bajêr piştî 16’ê Cotmehê ji hêla siyasî û îdarî de du qatî erkê mamosteyan girantir kiriye, ji ber wê jî li vê derê bi boneya rojeke wiha bi heybet dubare soza xwe didin ku em ê bi heman ruhê berxwedan û cenfedayîtiyê ya roja 28’ê Tîrmeha 2008’an li hemberî hewldanên ku dijbertiya mafên rewa yên Kurdan li vê bajarê dike rawestin.”

Daxuyaniya mamosteyan wiha bi dawî bû: “Her wiha em ê di daxwaza xwe ya veguhestina mûçeyê mamostayan ya ji bo hikumeta navendî yan jî her rêyekî din ku mûçeya mamosteyan misoger bike, bi israr bin. Di dawiyê de giyana paqij a hemû şehîdên rêya rizgariya gelê me bi taybetî mamosteyên şehîd ên 28’ê Tîrmehê silav dikin.”