Yekîneyên Tolhildanê li dijî wesayîta polîsan çalakiyek lidar xist

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî li navçeya Bêlancûg a Rihayê li dijî wesayîta polîsê Tirk çalakiyek lidarxist.

Endamên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî roja 10’ê Sibatê li taxa Mezra a navçeya Bêlancûg a Rihayê li dijî wesayîta polîsên Tirk çalakiyek lidarxist. Yekîneya Tolhildanê daxuyaniyek da û wiha got; “Bi molotofan bi tundî li polîsên dagirker hate xistin. Di encama çalakiyê de wesayîta polîsan bi temamî hate rûxandin, hejmara kuştî û birîndaran nehate zelal kirin.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin;

“Çapemeniya hawûzê ya desthilatdariya AKP’ê ji bo veşartina windahiyên polîsên Tirk ên dagirker nûçeyên derew parve kriine. Çapemeniya AKP’ê bi nûçeyên derew xwest rastiyan ji raya giştî veşêre. Divê gelê Kurd hemû bizane çapemeniya AKP’ê nûçegihantiyê nake tenê şerê taybet dimeşîne. Ji ber vê sedemê divê gelê me guh nede tu nûçeyên çapemeniya AKP’ê servîs dike.

Bi çalakiyên xwe em ê polîsên Tirk ên dagirker ku kujerê Kurdane ji Kurdistanê derxînin. Bi çalakiyên xwe yên her tim li her derê em ê tolê hilînin û heta têkbirina sîstema êşkencê ya li Îmralî li ser Rêber Apo tê meşandin wê çalakiyên me bidomin.”