Yekîneyên tolhildanê li Amedê li mînîbuseke leşkerî xistin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê ji du baskan ve li mînîbuseke leşkerî xistin. Hate ragihandin ku çalakî bi teqemeniyan hatiye kirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed diyar kir ku 20'ê Tîrmehê li ser rêya Seyrantepe ya Yenîşehîr a Amedê li dijî mînîbuseke leşkerî ya servîsa şevê dikir, çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji du baskan ve bi teqemeniyan çalakî hatiye kirin û piştî çalakiyê gelek ambûlans hatine cihê bûyerê, lê hejmara birîndaran tespît nekirine. Di daxuyaniyê de hate gotin, ku yekîneya wan bi rengekî serketî ji cihê bûyerê çûye.

Yekîneyê ragihand ku çalakî ji bo bîranîna fermandarê wan ê pêşeng Şehîd Esmer Kiyar û Şehîd Ûlaş Adali hatiye kirin.