Yekîneyên Tolhildanê çalakî kirin û bang kirin

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sakîne Cansiz û Şehîd Nûman Amed li Wanê polîs û noker ceza kirin. Yekîneyan bang kirin ku "ji pozîsyona lawaz derbasî têkoşîna çalak" bibin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sakîne Cansiz û Şehîd Nûman Amed de hate gotin, "Bloka faşîst a AKP-MHP'ê ji bo qirkirina gelê Kurd hemû derfetên xwe bi kar tîne. Ev bloka faşîst ku mîna pêşiyên xwe dibêje 'em ê biqedînin, em ê tune bikin' neçar e ku li hemberî berxwedana gelê Kurd têk biçe."

'TENÊ BERXWEDAN BI SER DIXÎNE'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Pêvajoya dema dawî nîşanî me dide ku tenê bi berxwedanê mirov dikarin bi ser bikevin. Ti maf û hiqûq bêyî berxwedanê, bêyî berdêlan ewle nebûye."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo serketinê divê ji pozîsyona lawaz derbasî têkoşîna çalak bibin û hate gotin, "Tenê bi vî rengî em dikarin rexnedayina 'hevrêtiya kêm' bidin."

ÇALAKIYÊN LI DIJÎ POLÎS Û NOKERAN

Yekîneyên Tolhildanê li ser berfirehiya çalakiyan ev agahî parve kir:

"19'ê Tîrmehê li dijî qereqola polîsan a li taxa Yenî ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di çarçoveya xweparastinê de yekîneyên me bi çekên ferdî çalakî kirin. Piştî çalakiyê li hemberî wesayitên zirxî yên ji bo piştgiriyê hatin qereqolê ji du baskan ve çalakiya sabotajê hate kirin û bi teqemenî û madeyên şewitandinê li wesayitan hate xistin. Hate tespîtkirin ku di encama teqînê de gelek polîs birîndar bûne.

19'ê Tîrmehê li hemberî depoya avê ya Vaskî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê çalakiya sabotajê hate kirin, depo û avahiya wê ji du baskan ve hatin şewitandin.

20'ê Tîrmehê trafoyê elektrîkê yê Vedaş a Wanê hate şewitandin û îmhakirin.

19'ê Tîrmehê li kolana qereqolê ya taxa Yeniyê nokerek hate cezakirin.

Di navbera 17-20'ê Tîrmehê de, sê kesên ku bi pratîka xwe ya objektîf xizmet ji dijmin re dikirin, timî li pişt mirovan diaxivîn, gotegot dikirin, yekîneyên me ji bo hişyarkirinê li wan xistin."