Yekîneyên Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan çalakiya Amedê li xwe girt

Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Çiyager û Şehîd Zerya çalakiya li dijî nuqteya polîsan a li ser Rêya Melîkahmet a navçeya Sûr a Amedê pêk hatibû li xwe girt, got: “Wê çalakiyên me yên xwe parastinê bê navber dibomin.”

Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan a daxuyaniyek nivîskî da got: “Endamên Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan ên me, duh saetên şevê ldi çarçoveya ‘Pêvajoya çalakiyên xweparastinê yên bê navber’ li dijî nuqteyeke polîsên Tirk a li ser rêya Melîkahmet a navçeya Sûr a Amedê çalakiyeke bi bomeyan a bi bandor kiriye. Di çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên polîsên Tirk nehatiye zelalkirin. Li nûqteya polîsan ziyanên madî pêk hatine.

Em Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan, li her derê li dijî dewleta Tirk a dagirker çalakî bikin, soza tolhildanê didin.”