Yekîneya Tolhildanê li dijî polîs û madefiroşan çalakî kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Elîşêr Konya li Amedê li dijî polîs û madefiroşên hişbiriyê çalakî kirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Elîşêr Konya daxuyaniyek belav kir û got: “Sûcên li dijî jin û zarokan her diçin zêdetir dibin, li şûna pêşiya van êrîşan bên girtin, Soysûz û çeteyên wî serkêşiya binpêkirina mafê mirovan dike. Heta zilm û binpêkirinên li zindan û mafê mirovan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dawî nebin, hêrsa li nava dilê em wê Tirkiyeyê bi faşîzma wê re bişewitîne û bike xwelî.”

LI DIJÎ POLÎS Û MADEFIROŞA ÇALAKÎ

Yekîneyê li ser çalakiyan jî ev agahî da:

“11’ê Tîrmehê li ser rêya Cento ya Rezan a Amedê li dijî du wesayîtên zirxî yên bi markaya Ûral a polîtên TEM’ê çalakiyên sabotajê hatiye kirin û bi çekên lûle kur jî şer hatiye kirin. Ziyanên madî gihiştiye wesayîtê li ser hejmara birîndarên polîsan agahî nehatiye girtin.

16’ê Tîrmehê li taxa Kaynartepa ya Amedê li diî koma ku madeyên hişbir difiroşe û bikar tîne hêzên me di çarçoveya parastina cewherî de bi çekên lûle kurt çalakiyek kiriye. Hem kesên bikar dianî û firoşkarê madeyên hişbir ji aliyê yekîneya me ve hatiye cezakirin.