Yekîneya Tolhildanê li dijî polîs û hevkarên wan çalakî kirin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz li Amedê li dijî polîs û hevkarên wean rêze çalakî kirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne  Cansiz bi daxuyaniyekê çalakiyên li dijî polîs û hevkarên wan ên li Ameêd lidar xistibû, eşkere kir.

Yekîneyê li ser çalakiyan ev agahî da:

“15’ê Sibatê li taxa Fîskaya ya Amedê li dijî polîsên bi anonsan hewl dida fikaran derbixin çalakiyek ya bi bombeyên destan û guleyên hewayî kirin. Têkildarî ziyanên çalakiyê agahiyên zelal nehatin girtin.

17’ê Sibatê li dijî nobedar û polîsên j ibo Melîkahmet a navçeya Sûrê hatibûn erkdarkirin bi bomeyên destan çalakiyek hate kirin. Di vê çalakiyê de nobedarek birîndar bûye. Yekîneyên me bi saxlem ji herêmê dûr ketine.

17’ê Sibatê li Melîkahmet a Sûrê depoyeke A101 ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin û ziyan gihiştê.”