Yekîneya Tolhildanê ala li kolanên Amedê daliqand

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Nûman Amed ji bo protestokirina komployê li gelek kolanên Amedê ala daliqand.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Nûman Amed îro daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan li kolanên Amedê alayên partiyê daliqandine.

Di daxuyayaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Yan ew ê bi Rêber Apo re jiyaneke bi rûmet pêk were yan jî em ê vê jiyanê qebûl nekin. Di 10’ê Sibatê de li ser derbasokên jor ên rêya Amed-Xarpêtê, li rê û kolanên Baglar, Batikent, Koşûyolû, Sûr û Kayapinarê alaya partiyê hatin daliqandin.”